Polîtîk

PKK ji bo rejima Esad jina perwerde dike

Li gora nûçeyek Basnewsê, li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Rojava di bin çavdêriya PKK de hêzeke nû ya jinan bi navê Xensayên Sûriyê ku, bi ser rejîma Beşar Esed ve ne hate ragehandin.Di derçûn û damezrandina wê ketîbeya nû ya Xensayên Sûriyê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê rejîma Beis a Sûriyê Hilal Hilal amade bibû ku, berî du rojan bi rêya firokxaneya Qamişlo bi armanca pêkanîna hevdîtina ligel berpirsên PYD giheştibû navçeyên Kurdistana Rojava.Herwiha Alîkarê Sekreterê Giştî yê rejîma Beis a Sûriyê Hilal Hilal li her du bajarê Qamişlo û Hesekê yê Kurdistana Rojava çalakiyên partiya Beis bi rêve birin.Di dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê rejîma Beis çendîn mîlîşa li Kurdistana Rojava bi çavdêriya PKK pêkanîn ji wan jî feyleqa pêncan, bergiriya şaristanî û Xensayên Sûriyê, di heman demê de jî PKK hêzên Kurdî redike û çalakiyên wan jî qedexe dike.
Back to top button