CîhanDosya

PKK li Şingalê nikare desthilatdariyê bike

Li gor  nûçeya Rudawê, 8ê Kanûna 2016ê, Şêwirmnedê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Navenda Wilson ya bo lêkolînên li ser rewşa Rojhilata Navîn (Wilson Center) li Washington a paytexta Amerîkayê gotarek pêşkî kir. Mesrûr Barzanî di gotara xwe de behsa têkşikandina DAIŞê kir û ragihand, DAIŞê temamkerê rêxistina DAIŞê ye û wan bo têkbirina DAIŞê pêwsîtî bi alîkariyên navdewletî heye. Mesrûr Barzanî got, wan hemahengiyeke temam li gel hemû wan hêzan heye, ku li dijî DAIŞê şer dikin. Barzanî herwiha behsa serbazên Artêşa Tirkiyê li kampa Başîkê jî kir û got: “Tirkiye bi armanca alîakrîkirina hêzên iraqî û Hêza Pêşmerge hate Başîkê.” Di beşeke din a gotara xwe de, Şêwrimendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em mînaka sax a rasthatina tawanên li dijî mirovahiyê ne. Baweriya me ev e ku cîhan dadmend nebûye, bûguman di warê ku têkilî bi mafê gelê Kurd de heye, em qurbanê wan tawan bûn, ku di heyama 100 salên bihorî de li dijî mirovahiyê hatine encamdan.” Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Dema wê yekê hatiye, ku ew şaşî were sererastkirin, ku di dema rêkevtina Sykes-Picot de hat kirin û heta niha jî em baca wê didin. Her ji ber wê jî baweriya me ev e ku civaka navdewletî rêz li mafê gelê me bigire. Mafek ku xweda bexşiye me, lê belê mirovan rê nedane me, em wê mafê xwe pêk bînin.” Derbarê koçberên li Herêma Kurdistanê de jî, Barzanî got: “Herêma Kurdistanê pêşwazî li 1 milyon û 800 hezar koçberan kiriye û bi roj û bi şev jî hejmara koçberan ji ber şerê Mûsilê zêdetir dibe. Bi corekê ku niha %30ê rûniştvanên Herêma Kurdistanê, koçberin. Niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê di kirîzeke mezina darayî de ye û em nikarin li ser alîkarîkirina koçberan berdewam bin.” Mesrûr Barzanî behsa deverên kurdistanî yên arîşedar di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî kir û li ser wê mijarê got: “Deverên cihê nakokiyê kurdnişîn in û xelkê resen ên wan jê hatine derxistin, ji ber wê jî divê xelkê deverên biryar li ser pêşeroja xwe bidin.” Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi hevkariyên navbera Kurdistanê û hevpeymanan kir û tekez kir: “Di heyama du salên bihorî de gelek çekdarên DAIŞê li derve hatine nav wê rêxistinê û bo rûbirûbûna DAIŞê jî, em li gel hevpeymanan zanyariyên îstixbaratî didin hev û pêwendiyên me gelek baş in.” Mesrûr Barzanî di berdewamiya axavtina xwe de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim alîakriya kurdên her çar parçeyên Kurdistanê kiriye, lê belê baştir ev e ku kurdên Rojava, mekanîzmekê danin ku tevahiya komên cuda li xwe bigire. Her ji ber wê jî rola Herêma Kurdistanê zêdetir bo nêzîkbûna wan li hev bûye, da ku bi hev re biakrin devera xwe biparêzin.” Arîşeyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî beşeke din a gotara Mesrûr Barzanî li Wilson Centerê bû û di vê bareyê de jî da xuyakirin: “Li Herêma Kurdistanê her weke cihên din cudahiya siyasî ya navxweyî heye û ev jî tişteke xwezayî ye, niha jî hewlek bo pêkanîna civînan li gel partiyên siyasî dest pê kiriye bi mebesta çareserkirina kirîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê.” Barzanî amaje bi hebûna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Çiyayê Şingalê kir û li ser wê yekê jî destnîşan kir: “Divê PKK vegere cihên xwe û derfet jî bi xelkê Şingalê were dan ku karûbarên devera xwe, bi xwe birêve bibin.” Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha got: “Şingal deverek nîne ku têde PKK bikaribe desthilatdariyê bike û divê ev partî rêzê li plan û bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Şingalê bigire. Pêwîst e xelkê Şingalê jî karûbarên deverên xwe birêve bibin. Her ji ber wê jî hebûna PKKê rewş aloz kiriye û em hêvî dikin, ku herî dawîn PKK razî bibe vegere cihên xwe û Şingalê bi cih bihêle.”

Back to top button