Civak

PKK turîzma Başûr kuştiye

Ji bo heyina PKKê li deverên Çiyayên Kurdistana Başûr turîzma Çiya nayê kirin.Wek tê zanin gelek deverên çiya li Başûrê Kurdistanê b la xelkê dikşîne, bi taybetî demsala Bihar û Havînê gelek xelk serdana deverên çiya dikin û bi habûna hunkahiyê avên di çiya de diherikin bi rojan li van deveran cih dibin. Dema li Başûrê Iraqê pileya germiyê digihê 50 î xelkê Başûr pû Bexdayê berê xwe didin çiyayên Kurdistanê.Lê mixabin PKK gelek li van deveran dimine , yan jî çûyin hatinê dike. Ji bo vê yekê xelk newêrin serdana van deveran bikin û ev yek jî dibe sedemek turîzma çiya li Başûr paş dikeve û bandorê li jiyana xelkê deverê dike.Qeymeqamê Akrê ji medya herêmîre daye xûyakirin ku, gelek gundên bi dar û av hene lê mixabin kesek nikare here wan gundan. Li gora didin xûyakirin li devera AKrê ji % 40 di bin bandora PKKê de ye. Ev yek jî jiyana xelkê sivîl û serdana deverê gelekê zehmet dike. Gundî bi xwe nikarin li gundên xwe bimînin û li dehl û zeviyên xwe de kar bikin. Herweha ji bo heman sedemê hukumeta Kurdistanê nikare xizmetê bibe deverê û rêyên wan çêbin û jiyana xelkê deverê hesanitir bike.Li gora tê gotin li devera Dihokê, 304 gund, li Hewlêr 177 gund li silêmaniyê 34 gund, di bin destê PKKê de ye û hatine dagirkirin. 

Back to top button