Nivîsar

PKK û dezgehên pêve girêdayî beşekin ji rejima Esad

 Endama kordinasyona TEV-DEMê Henife Huseyin di hevpeyvînek ya xwe li gel ANFê dibêje: Serokê herêmê Mesud Barzani dixwaze, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike yek û li herdu beşan dewletek serbixwe ya kurdî ragihine.Berpirsa TEV-DEmê berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje: Ev şer û rûdawên li Şingalê rûdidin ji ber vêye.Em tu caran rê nadin ku Barzani bighê vê daxwaziya xwe. Emê bi hemû hêza xwe, li dijê vê daxwaza Barzani derkevin. Em nahêlin Barzani vê daxwaza xwe bi cih bike.Pirsa Şingalê , cihbûna PKKê li Qendil û hinek deverên din yê Kurdistana Başûr û herweha siyaseta PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê hemû gelek vekirî xizmeta dewletên ku Kurdistan dagir kirine dike.YPG li Rojava û Suriye hêzek girêdayî hêzên rejima Suriyeye. Heta siyaseta PKKê ji hinek nawendên  taybet ku naxwazin kurd li herêmê bibin xwedî dewlet ve tê rêvebirin.Gotinên Henife Huseyin , nej i gotinên Cemil Bayik , yan jî ji yên Duran Kalkan cudatire. Armancek ya PKKê heye ku nehêlin bi tu awayî di Rojhilata Navin de Kurd bigihin mafên xwe yên rewa. Îro tişta ku PYD li Rojavayê Kurdistanê li dijê aliyên siyasî yê Kurda dike, gelo Tirkiye heta çi radeyê li himber PKKê bi xwe dike?Hêdî dema PKK yan jî derdora PKKê wek, PYD, HDP û gelek aliyên din tiştekî bike gelek çewte ku, wek aliyek kurd yan jî Kurdistanî rexne lê bêne kirin.Ji aliyek din hinek alî, kesayet û rewşenbir hene ku di bingehê xwe de li gor bejewendiyên xwe nêzikî PKKê dibin. Lê vê yekî eşkere nabêjin, carê bi awayek şermoyî rexneyên sere sere jî li PKKê dikin. Lê Ev PKKliyên şermoyî zererek mezin didin projeya serxwebûna Kurdistanê.Tu PKKê biparêzî vekirî di nav refên PKKê bikeve û dirustî siyaseta xwe  bike. Vek din dibe durîtî û bê kesayetî.Di nava kurdan de mixabin ev kesayet gelekin.Nûçe analizek/rojevakurd 

Back to top button