Polîtîk

PKKê ji pir aliyan de astengî bo Şingalê ava kiriye

Fermandarê hêzên êzîdxanê Heyder Şeşo, ku berê endamê encûmena navendî ya YNKê bû ji BasNewsê re ragehand, wî bi temamî dest li YNKê berdaye û di kar de ti peyvendiya wî li gel YNKê nemaye. Herwaha got, navê partiya wî jî bi navê Partiya Êzidiyên Demokrat e û daxwaz ji aliyên herêma Kurdistanê kir, piştevaniyê li partiya wî bikin.Heyder Şeşo ji BasNewsê aşkera kir, ew şerê 03.03.2017ê pêkhat, ‘’ji bo kurdên êzdî pir giran bû’’ û pêkhatina şer ne pêwîst bû. Herwaha got: ‘’Em daxwazê ji hemû aliyên herêma Kurdistanê dikin, bi taybet birêz serokê herêma Kurdistanê, di demeke herî zû de rûniştin pêkbînin û wê pirsgirêkê çareser bikin.’’Fermandarê hêzên parastina êzdîxanê di daxuyaniya xwe ya ji BasNewsê de aşkera kir, bûyera Şingalê bandoreke pir zêde li ser xelkê herêmê ava kiriye û ragehand: ‘’Ew kesên ku li qampane û herwaha li çiyayê Şingalê vegeriyabûn ser mal û halên xwe, careke din koçber bûn û çûn qampan û çiyayê Şingalê.’’Şeşo got, naha hêzeke zêde li Şingalê heye û Pêşmerge û PKK hêzên xwe komkirine. Herwaha got: ‘’PKKê ji pir aliyan de astengî bo Şingalê ava kiriye.’’
Back to top button