PKKê ne tenê ji Şengalê, divê ji Başûerê Kurdistanê jî derkeve

PKKê ne tenê ji Şengalê, divê ji Başûerê Kurdistanê jî derkeve

Pirsa Rojevakurd: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike.

Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.

Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin?

Îbrahim Guçlu di bersiva Rojevakurd dide û dibêje: Xeteriya PKKê li Başûrê Kurdistanê bi Şengalê dest pê nake. Xeteriya PKKê piştî salên 80yî dest pê kir.

 

PKK Ê, LI BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ Û BAJARÊ WÊ LI ŞENGALÊ; LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DAGIRKER E. DIVÊ BI LEZÛBEZ JI ŞENGALÊ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DERKEVE…

ÎBRAHÎM GUÇLU

([email protected])

PKKê roja ku wek grubek li Bakûrê Kurdistanê çêbû, navê wan “Şoreşgerên Kurdistanê”, “Rizgarîxwazên Kurdistanê” û “Apoyî” bûn, ji kesên Ji civatê dûr ava bû. Bi kar û xebatên vê grûbê diyar dibû ku dê ji bona Tevgera milî û çarenivisiya miletê kurd û civata kurd dê bibe xeter.

Lê ew xeteriya hat hesab kirin ku dê bes di çarçeweya Bakûrê Kurdistanê de bimîne, lê wusa nebû. Piştî demekê PKKê ji bona hemû beşên Kurdistanê xeter bû.

Loma jî dema ku mijara Şengalê bê şirove kirin, divê di çarçeweke fireh û realîst de  li mijara Şengalê û PKKê bê mêze kirin.

( I )

PKKê di destpêkê de wek projeyeke dewleta kolonyalîst ya kemalîst ya tirk ava bû. Piştî salên 80yî jî bû projeya dewletên kolonyalîst yên din jî.

Armanca avakirina PKKê di manîfestoya wê ya di salên 70yî hatiye belavkirin de gelek aşkere hatiye diyar kirin.

Di wê manîfstoyê de dibêje ku:

1-li Bakûrê Kurdistanê rêxistinên milî yên heyî divê beriya her tiştekî tasfiye bibin û ji holê bên rakirin. Pişt re sîstema kolonyalîst dê ji holê rabe.

Ew armanc, sedî sed armanca Dewleta Kolonyalîst Tirk bû. Lewra dewleta Tirk piştî salên 70yî fahm kiri bû ku bi girtin, bi kûştin, bi sirgûnê; nikarin pêşiya Tevgera Kurdistanê bigrin. Divê ji hûndir de Tevgera Milî ya Kurdistanê û rêxistinên wê bên tasfiye kirin. Miletê kurd ji armanca serxwebûnê dûr bê xistin.

PKKê ji bona ku vê mîsyonê bi kar bîne hemû rêxistinêmn Kurdistanê dijmin îlan kir û li hemberî wan şer kir. Bi sedan kurdperwer kûştin. Ji bona ku serok û serokatiya tevger û rêxistinan tasfiye bike, xebat kir. Serokê Dengê Kawa Ferîd Ûzûn kûşt.

2-PKKê hemû serîhildanên li Bakûrê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê kevneperest û hevalbendên emperayalîzmê îlan kir. Bi taybetî jî Serokên milî Şêx Seîd Efendî û Mele Mistefa Barzanî û yên din xûlamê emperyalîzmê nîşan da. Ev jî, ji sedî sed siyaseta dewleta kolonyalîst ya tirk bû. Lewra dema ku tevgerên milî tune û kevneperest û hevalbendê emperyalîzmê bên nîşandan, wê demê jî tevgera milî ya nû re mîradek namîne. Bê kok dibe. Ew jî dê xizmetî dewleta kolonyalıst dike.

3-PKKê karbidestên civata kurd bi tevayî dijmin îlan kir. Pejirand ku wan fîzîkî ji holê rake. Dewleta Tirk jî piştî serhildanên milî yên Kurdistanê dîtibûn ku karbidestên civatê (şêxan, mîran, serok eşîra, axayan) ji tevgera milî re pêşengî kirin;, ji bona ku wan ji derveyî tevgera milî ya Kurdistanê bihêlin, ew îmha kirin û îdam kirin. Piştî salên 60î karbidestên kurdan ji derveyî kemalîstan di partiyêm muhafazakâr de siyaset kirin. Ev yeka jî bo dewletê xeter bû, diviya bû ku ew carek din bên tasfiye kirin.

PKKê ev rol û mîsyona dewletê da ser milê xwe.

4-PKKê di despêkê de serxwebûna Kurdistanê û dewletbûna miletê kurd û yekîtiya Kurdistanê bi hişkî parast, bi vê helwestê hemû rêxistin dijmin îlan kir. Şerê wan kir. Lê di dawiyê de derket ku ji bona ku armanca dewletê pêk bê ev armancan bi kar hatine. Lewra PKKê di dawîde got ku “em li dijî dewleta milî ya kurd” in. Heta li dijî otonombûn û federalbûna kurdan in.. Di vê merheleyê de jî ev helwesta xwe didomîne.

Loma jî li dijî dewletbûna Başûrê Kurdistanê ye.

5-PKKê metodên  ku rewabûna tevgera milî ya kurd bi kar anî. Di destpêkê de çek bê wext û bi zanatî bi kar anî. Bi vê yekê tevgera milî ya Kurdistanê proveke kir. Di encamê de ji bona ku Kemalîst darbeya leşkerî 12ê Îlona 1980yî de çê bikin, bûn alîkar.

Encama Darbeya Leşkerî jî ji bona rasfiyekirina rêxistinên Kurdistanê pêvajoyê dest pê kir. Ev pêvajoya ji bona dewletê serkeftî bû.

( II )

PKKê piştî ku çû li Sûriyeyê cîwar bû. Raste rast bi rejîma baasê û dewleta kolonyalîst re danûstandin kir. Ji bona ku pêwendiyên xwe pêşve bibe, li Rojavayê Kurdistanê jî, hemû rêxistinêmn Kurdistanê dijmin îlan kir. Got ku “Rojavayê Kurdistanê welatek nîne û miletek li vir najiye.”

PKKê garantî da rejîma baasê û dewleta kolonyalîst ku dê pêşiya tevgera milî li Rojavayê Kurdistanê bigre û cîwanên kurd kanalîzeke beredayî  bike û bide kûştin.

PKKê ji bona plan û projeya dewleta kolonyalîst û desthilatdariya xwe, cîwanên Rojavayê Kurdistanê ji bona ku ji rejîma baasê re nebe xeter, ji tevgera milî ya Rojavayê Kurdistanê dûr xist.

Ev projeya piştî salên 2011an rengekî din qezenç kir. Rejîma Baasê desthilatdariya xwe bi PKK/PYDê re parve kir. Li Rojavayê Kurdistanê dîktatoriyek mişterek ava bû..

Li ser miletê me yê kurd û kurdperweran zûlmeke mezin tê meşandin.

Navê Rojavayê Kurdistanê pêşî kirin “Rojava” û nûha jî kirine “Bakûrê Sûriyeyê”. Ev jî biryareke giştî ye û bi ereban re girtin. Gorî vê biryarê weletekî miletê kurd tune ye, beşek herêmek ya Sûriyeyê heye.

( III )

PKKê eynî plan û proje li Rojhelatê Kurdistanê meşand. Bi Îranê re jî pêwendiyên xwe xûrt kir. Ji bona ku pêşiya Tevgera milî ya Rojhelatê Kurdistanê û rêxistinên Rojhelatê Kurdistanê (PDK Îranê û Komela û rêxistinên din) bigre, xwe li Rojhelatê Kurdistanê bi destê dewleta kolonyalîst ya Îranê organîze kir.

Li Rojhelatê Kurdistanê encama ev plana qirêj û xeter, bi sedan ciwanên Kurdistanê bi destê rejîma teokratîk ya îslamî hatin kûştin û îdam kirin.

Nûha jî raste rast ji bona berjewendiya Îranê xebat dike. Li dijî têkoşîn û xebata pêşmergeyên Rojhelata Kurdistanê derdikeve.

Ji bona ku pêşiya têkoşîn û xebata peşmergeyên Rojhelatê Kurdistanê bigre, êrişî partiyên Rojhelata Kurdistanê dike. Encama ev êrişan çend pêşmergeyên Rojhelatê Kurdistanê hatin kûştin.

Serokatiya kemalîst, alevîst, stalînîst ya li dijî serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê ya PKKê, gelek aşkere fetwa dide ku rêxistinên Rojhelata Kurdistanê şerê pêşmergetî nekin. Ev şera dê xizmetı Tirkiyeyê bike.

Bi xwe jî ji bona ku bi Tirkiyeyê re li hevûdu bike, her metodek makyawelîst bi kar tîne. Di meclîsa Dewleta Tirk de cî digre.

( IV )

Xeteriya PKKê li Başûrê Kurdistanê bi Şengalê dest pê nake. Xeteriya PKKê piştî salên 80yî dest pê kir.

Wek tê zanîn piştî salên 80yî yanî piştî Darbeya Leşkerî ya 12 Îlona 1980yî, di sala 1982an de, PDK Iraqê bi PKKê re îtifaq pêk anî ku ew li herêma Behdînanê bi cî bibe.

PKKê ev projeya baş bi kar anî. Dema ku li Behdînanê bi cî bû xebatên gelek xeter meşand.

Xebatek ew bû ku: Li Herêma  Behdînanê ku PDK li wir hêzeke girîng bû û desthilatdar bû, PDKê tasfiye bike. Ji bona vê xebatek gelek veşartî meşand. Plan kir ku berpirsiyarê wê herêmê yên PDKê bikûje.Wê demê li Behdînanê berpirsiyarê Liqa Yekemîn Dr. Cercîs bû. Dixwestin ku tasfiya PDKê bi kûştina Dr. Cercîs dest pê bike.

Ji Komîteya Navendî ya PKKê kurdperwerek derket û ew xeteriya dît. Ji bona vê jî, ji PKKê reviya û çû cem PDKê û ev plana PKKê aşkere kir. PDKê pêşiya vê xeteriyê girt.

Xebata duyemîn ya PKKê jî ew bû ku PKKê bi rejîma Seddam û Baasê re danûstandin kir. Ew danûstandinên PKKê bi Dewleta Iraqê re, beriya Şere Kendavê (Korfeê) encam da. PKKê li elek gundê Kurdistanê bi cîwar bû. Dema ku Kurdistan azad bû, PKKê ji wan gundan derneket. Got ku “ev gundan ji aliyê Dewleta îraqê û rejîma baaasê de dane me.”

Heta nûha jî ji wan gundan derneketine. Ji wan gundan bi topên obisî yên Îranê êrişî YNKê kir.

Xebata seyemîn jî: Di sala 1984an de şerê çekdarî ji Başûrê Kurdistanê  destpêkirin, li hemberî PDKê provokesyonek bû. Dixwest ku Dewleta Tirk êrişî herêma azad ya PDKê bike. Wûsa jî bû. Dewleta Tirk çend caran êriş bir ser Başûrê Kurdistanê.

Xebata çaremîn: Piştî şerê Korfezê, Kurdistan azad bû. Li beşekî Kurdistanê bi rêya PDK û YNKê desthilatfariya Miletê kurd ava bû.

Encama vê desthilatdariyê: Meclîsa Kurdistanê ava bû. Hilbijartinê giştî bi awayekî demokrat çêbûn, ji bona ku mebûsên Kurdistanê û serokê herêmê tespît bibin.

Piştî hilbijartinê Meclîsê dest bi xebata xwe kir. Hikûmet ava kir.

Pêşî partiyan û pişt re jî Meclîsa Kurdistanê biryara federalî ji bona îraqê û federebûn ji bona Kurdistanê dan.

PKKê wê demê bi rejîma baasê re aşkere kar kir û li Qendîlê bi cî bû û dijminitiya desthilatdariya Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê kir.

PKKê desthilatdariya Kurdistanê nas nekir û rewa nedît.

Wê demê derfeta Dewleta Iraqê tune bû ku êrişî Kurdistanê bike. Wê demê PKKê bi çend provokasyonê bû sedem ku Dewleta Tirk êriş bîne ser Başûrê Kurdistanê.

Ew du provokasyonên mezin: Pêşî li “Cizîrê û Behdînanê Hikûmet” îlan kirin bû.

Provokasyona duyemîn jî: Îlankirina “Komara Zapê” bû.

Piştî ew provokasyonên PKKê, dewleta Tirk êrişên mezin anîn ser Kurdistanê û zerarê mezin dan Kurdistanê.

Xebata pêncemîn: PKKê, desthilatdariya Kurdistanê rewa nedît û nas nekir, bi YNKê re, PDKê, bi hikûmeta Kurdistanê re şer kir. Bû sebep ku deh hezar pêşmerge û kurd bên kûştin.

Xebata şeşemîn: PKKê ji bona ku li Başûrê Kurdistanê desthilatdar be û hikûmeta Kurdistanê xerab bike, êriş û kar kir. Ji bona vê li Başûrê Kurdistanê partî ava kir.

Ev xebata wan ya dûrûdirêj di vê merheleyê de jî encam da. Bi Goran û beşekî YNKê û beşekî îslamî û Partiya Komunîst te îtifaqên gelek xeter û qirêj pêk anî.

Xebata heftemîn ya xûrt a PKKê jî li dijî dewletbûna Başûrê Kurdistanê bi muttefîqên xwe ve kar dikin. Ji bona vê jî, ji dewleta Îranê û Iraqê û hêzên din yên qirêj yê navneteweyî jî piştgirî digre.

Gorî baweriya min ku min gelek caran jî nivîsand, gor hiqûqa milî û hiqûqa navneteweyî PKKê li Başûrê Kurdistanê dagir ker e.

( V )

Îşgalkirina Şengalê ji aliyê PKKê de encama vê pêvajoyê ye.

Beriya ku DAEŞ êrişî Kurdistanê û Şengalê bike, PKKê gelek aşkere îlan kir û li Tirkiyeyê jî gelek caran hat gengeşî kirin ku Şengalê bike Qendîla Duyemîn.

Gelo beriya êrişa DAEŞê PKKê ew yêka ji ber xwe ve anî ser zimên. Piştî êrişa DAEŞê jî min nivîsand ku PKKê agahdar bû ku DAEŞê êrişî Kurdistanê bike.

Di encamê de jî êriş pêk hat, di merheleya rizgarkirina Şengalê de derfet çêbû ku PKKê li wir desthilatdarî îdia bike.

Nûha  jî dibêje ku “min Şengal rizgar kiriye, loma jî ezê li Şengalê desthilatdar bim.”

Lê ji bona ku ew baş dizane ku bi serê xwe nikare desthilatdar be. Çend plan meşandin.

Plana yekemîn: Li Şengalê ji bona ku beşek Şengalî bike xûlam û hevalbendê xwe, proganadaya ku “Êzidî ne kurd in, Şengal ne Kurdistan e” kir.

Tê zanîn ku Ermenîstan jî vê stratejiyê dimeşîne.

Ji Şengaliyan re got ku “divê hûn bibin kantonek û bi hikûmeta navendî ya Iraqê re xwe girêbidin.”

Plana duyemîn: Hêza pêşmergeyan,  Desthilatdarî û Hikûmet û Serokdewleta Federe xwesdtin biçûk bixe.. Propaganda kir ku “desthilatddariya Kurdistanê ji bona Şengalê şer nekir û reviyan.”

Plana sêyemîn: Dîsa PKKê propaganda kir ku, “Şengal bi Dewleta Federe ya Kurdistanê re girêdayî nîne. Loma jî Kurdistanê eleqeder nake. Beşek ji Iraqê ye û Hikûmeta Navendî ya Iraqê ji bona Şengalê desthilatdar e. Ew jî li ser navê Şengaliya daxwaz dike li ser navê wan desthilatdar be. Dewlet loma jî alîkariya çek û peran dide wan.”

LEWMA:

PKKê di vê merheleyê de ji bona Şengal û tevayî ya Başûrê Kurdistanê xeteriyek mezin e.

PKKê him li Başûrê Kurdistanê û him jî li Şengalê dagirker, tahrîpkar û terorîst e.

( VI )

1-PKKê, rêxistina kurd û Kurdistanê nîne. Ew bi destê kolonyalîstan ava bûye. Ji aliyê îdeolojîk de jî dibêje ku “ez partiyek kurd nînim. Ez partiyeke gelan im.” Loma jî PKKê xwediyê maf nîne ku li Başûrê Kurdistanê û li Şengalê û li Beşên din yên Kurdistanê li ser navê kurdan bibe desthilat.

Loma divê PKKê ji Şengalê û li Başûrê Kurdistanê derkeve.

2-Dema bê qebûl kirin ku PKKê rêxisteneke kurd û Kurdistanê ye jî, ew partiyeke Bakûrê Kurdistanê ye. Divê ji îradeya miletê kurd yê beşa Başûré Kurdistanê û Şengalê rêz bigre. Li Başûrê Kurdistanê û li Şengalê îdiaya desthilatdariyê neke.

3-Partî û rêxistineke Kurdistanê dikare li beşekî din ji miletê me re alîkar be. Lê di wê piştgiriyê de divê di bin desthilatdariya wê beşê de bimeşe. Dema ku wezîfeya wê qediya jî xwe vekişîne beşa xwe.

Ji bona vê çend mînakên balkêş hene.

Di dema avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Mele Mistefa Barzanî bi pêşmergeyên xwe, ji avakirina Komara Kurdistanê bû alîkar. Di vê alîkariyê de di bin desthilatdariya Qadi Mihemed de bû. Dema ku wext hat wan dest ji Rojhelatê Kurdistanê berdan.

Partiyên Başûrê Kurdistanê, di sala 1979an de dema li Rojhelata Kurdistanê şerê pêşmergetî dest pê kir, ji wan re bûn alîkar. Lê tu dem li Rojhelata Kurdistanê desthilatdarî daxwaz nekirin, ew bê hirmetî, bê hiqûqî nekirin.

Pêşmergeyên Başurê Kurdistanê ji bona ku Kobaniyê ji DAEŞê rizgar bikin, hatin Rojavayê Kurdistanê. Pişt re jî vegeriyan Başûrê Kurdistanê.

Daxwaza desthilatdarî nekirin.

Heger PKKê li Şengalê alîkarî jî kiribe, ji aliyê hiqûqa milî, edetî, civakî, navneteweyî de jî mafê wê tune ye ku li Şengalê bimîne û desthilkatdar be.

Divê PKKê bi lezûbez ji Şengalê derkeve.

( VII )

Heger PKKê ji Şengalê dernekeve û li Şengalê desthilatdar be û xûrt be ku hikûmeta navendî ya Iraqê û Dewleta Îranê û kevnedeaşî û gelek hêzên din yên navneteweyî piştgiriya wan dikin, PKKê dê li Başûrê Kurdistanê bibe xeteriyek mezin û dewletên kolıonyalîst dê planên xwe yên qirêj li dijî Kurdistanê bi destê PKKê pêk bînin.

PKKê wê demê gelek bi rehetî dikare bi beşek hêzên Başurê Kurdistanê re îtifaq çêkin, piştgiriya dewletên kolonyalîst jî bigrin, pêşiya serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê bigrin.

Dewletên kolonyalîst nûha li ser Suleymaniyê û Kerkûkê jî plan çê dikin ku ji Kurdistanê veqetînin. PKKê dibêje ku divê li wan bajaran jî kanton ava bibin. Bi hikûmeta navendî ya Ereban/Iraqê bê girêdayin.

Lewna PKKê bes li Şengalê ne, divê ji Başûerê Kurdistanê jî derkeve.

 

Amed, Sibat 2017

 

1 Comment
  1. mana vi mekali eveku ….pkk xevedi kuveteke bi heze u kare percek /bajarek kurdistani ji Kurdistan i bi katine u bi Irakiva girede….mana seroki Kurdistan i Mesud Barzani yazi serek veziri Kurdistani Necirvan Barzani be maneye…..

Nerîna min :

Îro

  • Ihsan Nuri Paşa
    Ihsan Nuri Paşa
    25’ê Adar Di sala 1976’an û di rojekî wekê îroyê...

Nêrînên we :