Malper | Polîtîk | Li Tirkiye dadwerî desthilatdariya hukumetê hazim nake

Li Tirkiye dadwerî desthilatdariya hukumetê hazim nake

Wek tê zanîn eve çend rojin di warê dadweriyê de tevliheviyek mezin li Tirkiye heye. Di rastiya xwe de tişta ku muxalefet û statuqu parêz nikarin bikin bi rêya dadweriya kemalist tê kirin. Li ser bûyeran doh Konseya Bilind ya Dadwer û Daozgera civînek awarta li ser vê rewşê kir, piştî gengeşeyên dirêj bi piraniya dengan biryar da ku, selahiyetên dozgerê Erzorumê yên taybet jê bêne standin û di derbarê wî de lêpirsîn bête kirin.
Ev yek wek helwestek bû ji bo ku hinek tawanbaranên leşkerî yên doza Ergenekonê newin dadgehkirin û doza Ergenekonê bisekine. Bi awayek din mirov dikare bêje înkilabek bû dijê hukumetê. Li himber van bûyeran dûh wezîrê adaletê daxuyaniyek da û ev bûyer ne hukukî nirxandin. Îro cîgirê serokwezir Bulent Arinc bi konferansek rojnemevanî helwesta hukumetê da kifşkirin û ev bûyer nirxandin. Arinc hem helwesta hukumetê hem jî ya parlementoyê diyar kir.


Bulend Arinc  di axiftana xwe de ev tiştên hanê gotin:
 `` Biryara Konseya Bilind ya Dadwer û Daozgera darbeyek mezin  li sistema hukuka me daye, sistema hukukê serûbinu kiriye. Ji bo vê helwesta wan tu dozger hêdî newêrin lêpirsînek rasteqenî di pirsikî de bikin. Biryara Konseya Bilind ya Dadwer û Daozgeran şermezariyek ya demokrasiyê ye. Em ji hir pêde rê nadin van biryarên keyfî û ne hukukî, miletê me ne layiqê van xirabiyane. Gerek ji herkesekî zehftir dadwerî îtibara welat biparêzin, lê ev bûyer dide nîşandan ku dadweriya me îrada milet hazim nake. Siyasî di hilbijartinan de hesab didin milet , başe evên van biryara û hêza xwe ji destûrê distînin li himber kî berpirsiyarin? Hesab didin kî?
Biryara Konseya Bilind ya Dadwer û Daozgeran midexeleya dadweriyêye, yanî midaxeleya dadweriyê di nav dadweriyê de hat kirin. Ya ji vê jî xirabtir Dadgeha bilind pişgiriya vê biryarê kir. Tu dezgen ji qanûna ne mestir e. Tirkiye ne dewleta dadweraye, dewletek demokratik û hukukiye. Divê di warê dadweriyê de reformek bête kirin, em xwe bigihînin normên Yekitiya Ewropa. Sedemên ku heta niha ev guhertin nehatine kirin gelekin. Lê vêca bûye pêwistiyek.``
Li gora axaftina Bulent Aric jî gelek vekirî dixweyê ku hukumet bi derngibê jî dê dest bavêje hinek tiştan û guhertinekî bike.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Milyonek, klîba keça kurd DIANA temaşekirin!

Videokliba Keça Kurd Diana Kalashová ku di bernameyeke hunerî de li Slovenia bubu yekemin ji nêzîkî milyonek kes hate temaşekirin....



Dadwerî: Kemalist rabûn ser piya
Li Tirkiye erdhejik  mezin di nav dadweriyê de çêdibe. Beşek ji daweriyê li gora daxwaziyên leşkeran xebatê dikin û vê xebata xwe bi navê parastina ...
Kilinç sistema dadweriyê bi tundî rexne kir
Enqere - Duhî li Enqere civînek berfirek di bin nave`` Li gora normên Ewropa projeya bilindkirina standartên dezgehên dadweriya bilind`` hat darxistin. Serokên hemû dezgehên ...
Tirkiye li ser durêyanekiye Pêvajoya ku li Tirkiye destpêkirî gelekî girîng e. Ev pêvajo  dive baş bête nirxandin da ku em bikaribin di vê pêvajoyê de berjewendiyên xwe yên ...
AK-Partî û Pirsa Kurd Wek tê zanîn cara yekem serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan, sala 2005-ê li Diyarbekir behsa pirsa Kurd kirî bû. Di axaftina xwe ya li Diyarbekir de, ...
Cîvîna konseya leşkerî îro dawî tê
Civîna konseya leşkerî ya bilind îro dawî tê. Biryarên ji civînê derkevin, wê herê ber destê serokkomar Abdullah Gul. Pirs ewe ku gelo dê Gul ...