Malper | Polîtîk | Li Diyarbekir civîna" Vekirina Demokratîk "

Li Diyarbekir civîna" Vekirina Demokratîk "

Diyarbekir - Li Diyarbekir di nawenda Cegerxwin ya  çandî de, civîna di bin nave `` Di rêya diçe aşitiyê de vekirina demokratîk`` de civînek berfireh hate darxistin. Ev civîn ji aliyê rojnama Yeni Şafak ve hate organize kirin. Di civînê de, berpirsê giştî yê rojnama Yeni Şafak Yusuf Ziya Comert, berpirsên hinek partiyên siyasî yên Diyarbekir û berpirsên dezgehên sivîl amade bûn.

civina_vekirina_demokratik__471773835.jpg

Nivîskarê rojnameyê Alî Bayramoglu, nivîskar  Altan Tan, serokê  Odeya bazirganî Galib Ensarîoglu, serokê baraoya Diyarbekir Emin Aktar û hinek mamustayên zangoya Dicle jî ama de bûn. Amadevanan di derbarê pira  siyasî ya Tirkiye de axaftin kirin.

Galib Ensarîoglu di axaftina xwe de got: `` Rêya demokrasiyê li Diyarbekirê re derbas dibe. Pirsgirêka demokrasiyê ya herî mezin pirsa kurd de. `` Ensarîoglu behsa derbasbûya Tirkiye kir û got: `` Li vî welatî guhertin pêwîstiyeke. ``  Ensarîoglu berdewam bûna axaftina xwe de behsa guhertinên destûrê jî kir û got: `` BDP pişgiriya vê prosesa guhertina destûrê nake. Li gel CHP-ê û MHP-ê di cepha dijê guhertinê de cih digre.``

Serokê Baroya Diyarbekir Emin Aktar jî, di axftina xwe de, behsa guhertinan kir û got ku, sedemê pirsgirêk li Tirkiye nayên çareserkirin, Tirkiye naxwaze rastiya xwe bibîne.

Herweha amadevanên din jî di derbarê vekirina demokratîk û guhertinên destûrî de dîtinên xwe gotin.


Nêrîn (1 nivîsand):

Bavê Semîr di 25/04/2010 20:30
avatar
Îro 2 Roje ku Jinên ji 4 beşê Kurdistanê li Amedê dicivin
Thumbs Up Thumbs Down
1
Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1

Nêrîna xwe birêke comment

Barzani di dilê me de dijî

Îro 1-ê Adarê ye. 31 salvegera koçkirina dawî ya Serokê Nemir Mistefa Barzaniye. Jiyana Barzaniyê nemir, dîroka xebat û berxwedana neteweyeki ye. Barzanî kar û xebata xwe,siyaset û pêşmergetiya xwe, diplomasî û helwestên xwe û ji hemiyê girîngtir bi keseyata xwe ya berz û mezin bû rêbazek ji bo neteweyekî. Bû ronahiyek ji bo azadiya gelên Kurdistanê. Jiyana Barzanî hemi bi sere xwe bû dîroka tekoşîn û berxwedana miletekî, ji bo mafên rewa ji bo azadiyê û ji bo jiyanek bi rûmet. Îro zarokên vî nemirî li ser xaka Kurdistanekî azad bi serbilindî dijîn û ev destkeftiya mezin bû mizginiya azadkirina beşên din yê Kurdistanê. Em wek Rojeva Kurd Barzaniyê nemir di 31 saliya wefata wî de bîr tinin û rêbaza wî ya pîroz ya xwe dizanin. ...



100 dezgehên sivîl daxwaziya sekinadina şer kirin
Li Diyarbekirê, 100 dezgehên Sivîl, li dijî bûyerên tund û tûjiya demên dawî û operasyonan dengên xwe bilin kirin Daxwaziya sekinandina şerê qirêj kirin...
Karsazên jin di 8-ê adarê de li Diyarbekirê ne
Diyarbekir – Bi pêşengiya Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê, karsazên jin dê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Diyarbekirê bicivin. Serokê TOBB’ê Rifat ...
Îhtimale ku ev hestî yê dema dadgehên istiqlalê bin
Parlementerê Diyarbekirê yê Ak Partiyê Galip Ensarioglu li ser kolandinên Deriyê Serayê û hestiyên ji bin erdê derdikevin ji televizyonek taybet re axivî. Kanal a ...
Divê dînamîkên kurd konseptek hevbeş biafirînin
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (OBPD) Galîp Ensarîoglu, divê hemû dînamîkên Kurd partîyên sîyasî, rêxistinên sîvîl, însîyatîf û dezgehên serbixwe konseptek hevbeş biafirînîn....
Ev ne helwesta kesên demokrat e
Li Diyarbekirê BDP bi daxwaziya `` Xweseriya Demokratik`` xwepêşandanek pêkanî. Di vê xwepêşandanê de hinek nivîsên balkêş hebûn. Nivîsek gelek balkêş bi zimanê tirkî, bi ...