Malper | Polîtîk | Yawer: Îran derbasî xaka Kurdistanê nebûye

Yawer: Îran derbasî xaka Kurdistanê nebûye

Bêjedarê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand, ku ew nûçe nerastin ewên ku behsa ewê yekê dikin ku hêzên supayê Îranê derbasî nava xaka herêma Kurdistanê bûne...


Bêjedarê wezareta Pêşmerge ya hukûmeta herêma Kurdistanê Cebar Yawer di daxuyanîyeka taybetî de ji PNA re ragihand, ku ew nûçe nerastin ewên ku behsa ewê yekê dikin ku hêzên supayê Îranê nêzîkî 5 KM derbasî nava xaka herêma Kurdistanê bûne.
 
Cebar Yawer weha jî da zanîn, ku piştî belavbûna evê nûçeya han, me peywendî ji cihgirê fermandarê hêzên pasevanên sînorîyên herêma Kurdistanê Emîd Fexredîn re kir û wî jî ev nûçeya han ret kir û ragihand, ku li angora ewan nivêsînên fermî û bruskeyên ku ji alîyê bingehên polîsên sînorên herêma Kurdistanê ve gihijtine me, hêzên Îranê derbasî nava xaka herêma Kurdistanê nebûne.
 
Cebar Yawer weha jî da xuyakirin, ku evroj topxaneya Îranê devera Sîdekan topbarankiriye, belê ti zîyanên gîyanî nebûne tenê zîyanên maddî hebûne.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Aynur Dogan- Suware -Heskîf (Vîdeo)

Hunêrmenda kurd Aynur Dogan li Heskîfê strana Suwar e dibêje. Kerembikin vê roja cejnê guh bidin Aynur Dogan....



Yawer:Em bi tu awayî beşdariyê li gel leşkerên Tirkiye nakin
Bêjedarê bi navê fermandarîya hêzên parastina herêma Kurdistanê Cebar Yawer da xuyakirin, ku hêzên parastina tixûbê herêma kurdistanê (pêşmerge) beşdarî di operasiyonên Tirkiye de yên li dijî PKK-ê nekirine û dê beşdarîyê jî nekin. Cebar Yawer da xuyakirin, ku ti rêkevtin di navbera wan û Tirkiye de jî, di derbarê vê pirsê de nîne. ...
Yawer: Hewildan bo azadkirina du pêşmergeyan berdewam in
Wezareta pêşmergeyan cihê girtina 2 pêşmergeyan a li Sûriyê eşkere dike û bi nivîsekî fermî bi rêya wezareta parastin û wezareta derve yên İraqê daxwaz ...
Pêşmerge: Haya me ji şerê ser sînorê Kurdistanê tune
Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer, diyar kir, haya wan ji “pevçûnên ser sînorê” Herêma Kurdistanê tune. Berpirsekî PKKê jî got, du roj e, li ser sînorê Kurdistanê şer heye....
Hêzên pêşmerge têkilî bi rewşa ser sinor re nîne
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku cîhkirina lîvaya 7-ê ya pêşmerge li navçeya Hacî Umranê û rêxistina hêzên pêşmerge, ...
Helikopterên Îranê derbasî Kurdistanê bûn
Helikopterên supayê Îranê sînorê herêma Kurdistanê yê bi Îranê re derbas kirin û elikopterên ÎranîHbi nizmî jî, li ser binarê çiyayê Qendîl re firiyan. ...