Malper | Polîtîk | Hinek siyasetmedar dixwazin hilbijartinên Kerkûkê paş bêxin

Hinek siyasetmedar dixwazin hilbijartinên Kerkûkê paş bêxin

Çend kesên siyasetmedar û endamên meclisa parêzgeha Kerkûkê daxwaz kirin, ku hilbijartinên navxweyîyên meclisa parêzgeha Kerkûkê – yên ku ev du sal in hatine li paşxistin – piştî du salên din bihên encamdan. Endamekî PDK jî di vê derbarê de got, ku parlementoya nû jî dixwaze hilbijartinên encûmena kerkûkê bêne çêkirin.


Li gora vê nûçeya radiyoya Dicle endamê PDK Necat Hesen daye xuyakirin, ku biryara li paşxistina hilbijartinên meclisa Kerkûkê, ne li gora daxwaza xelkê bû û hemû xelkên Kerkûkê dixwazin, ku ev hilbijartin bêne  encamdan.

Necat Hesen weha jî da xuyakirin, ku li paşxistina hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê hişt, ku rêvebirîya vê parêzgehê nikaribe baş xebata xwe bike.
Endamê encumenê siyasiya meclisa Kerkûkê yê Ereb Xalid Elmifrecî jî da xuyakirin, ku li paşxistina hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê bandorek negatîv li rewşa ewledarîyê û rewşa siyasîya bajarê Kerkûkê kir.

Serokê Partîya Dadwerîyê ya Turkmanî Enwer Beyreqdar jî daxwaz kir, ku gerek komîteyek wek komîteya maddeya 23-ê, bête damezirandin, da ku berî encamdana hilbijartinên meclisa Kerkûkê, lêkolîn di derbarê rastîyan de bêne encamdan.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Hemû hevdîtinên serok Barzanî yên li roja 20/09/2010 (video)

Hemû Hevdîtinên Serok Barzanî yên li roja 20/09/2010 bi video û bi nivîs...



Bexda ereban li Kerkûkê cih dike
Çend wezaretên Iraqî û çend dezgeh û kompanyayên Baxdayê, ereba di nava Kerkûkê de bi cih dikin û karmend û fermandara jî li Kerkûkê bi cih dikin. ...
Kurd rê nadin leşkerê Iraqê bikeve nava Kerkûkê
Lîsta hevpeymanîya Kurdistanî ragihand, ku ew qebûl nakin tîma 12 a supayê Iraqê derbasî bajarê Kerkûkê bibe û heger ev tîm derbasî kerkûkê bibe, ew ...
Rewşa Kerkûkê aram e
Îro biryar weha bû, ku alîyên erebî û hinek alîyên turkmanî xwepêşandanê li Kerkûkê bikin, belê tu xwepêşandin çênebûn....
Li Kerkûkê reberek polisan hat şehîd kirin
Ew demeke, ku rewşa bajarê Kerkûkê ji alîyê ewlehîyê ve xirab bûye û di çend rojên derbasbûyî de çend kirdarên terorane li vî bajarê çê bûne. Îro serê sibê jî kirdareka terorane li Kerkûkê pêk hat û di encam de rêvebirê bingehê polîsê Dubiz hat terorkirin. ...
Bi qevdê gula pêşwaziya peşmergeyan kirin
Dema ku hêzên pêşmerge çûn nav bajarê Kerkûkê, xelkên bajêr bi destkên gulan pêşkêşî wan kirin.Niha rewşa bajêrê Kerkûkê bi giştî hatiye kontrolkirin û hemû gelên nav bajêrê Kerkûkê, şadbûna xwe didin nîşandan ji ber ku êdî ewledarî li bajarê Kerkûkê çê bûye. ...