Malper | Polîtîk | Heyeta BDP û DTK digel Talabanî hatin cem hev

Heyeta BDP û DTK digel Talabanî hatin cem hev

Heyeta BDP û DTK ji aliyê serokê İraqê Celal Talabaniyê re hatin qebul kirin.

Di heyetê de Hevserokên DTK yê Ahmet Turk û Aysel Tugluk,Parlamentera Batmanê Bengî Yildiz, Parlamantarê bajarê Muşê Sirri Sakik û Nûnera BDP ya bajarê Hewlêr Ruşen Mehmetoglu û nivîskar Altan Tan amade bûn.Heyet digel Serokkomarê İraqê Celal Talabaniyê re li Silêmanî hevdîtinek pêkanîne.

Li aliyê YNK jî Omer Fettah , Îmad Ehmed , Necmedîn Kerîm,Qadir Hemecan, Behroz Gelalî û Mehmud Hacî Salih jî amade bûn.

Hevdîtin seat 13:00ê de destpêkir û 2 seat berdawam kir. Piştî hevdîtinê ti daxuyanî nehate xwendin lê mijarên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd , biryara agirbesta KCK û Konferansa Netewî ya Kurd hatin guftûgokirin.

Heyet pişt re ber bi Hewlêrê ve biçin û digel Arîkarê Serokê KDP ya Nêçîrvan Barzaniyê re bicivîn.




Subscribe to comments feed Nêrîn (2 nivîsand):

Elî Mérdînî di 06/09/2010 10:12
avatar
Berdevka kemalîstan Aysel Xanim çüyi mam CELAL jî biki kemalîst gelo...?

Şerme şerm...Mafé we tune hun ser navé Kurdan konferansa NETEWÎ darxin.......
Thumbs Up Thumbs Down
0
Zinarek di 06/09/2010 22:53
avatar
Aysel Tugluk Kurdi nizane . Gelo digel Mam Celal çawa biaxifin ? xuyayeke tercumaneki peyda bikin, başe. Konferansa Neteweya Kurd ? kesek ku Kurdi nizane çewa behsa neteweya Kurd dike ? Aysel xanim here qursa zimane Kurdi piştre behsa neteweya xwe bike
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 2 | Nîşan : 1 - 2

Nêrîna xwe birêke comment

CAPTCHA - Koda Ewlekarîyê :