Malper | Polîtîk | Kurd daxwaza zêdebûna desthilata Talabanî dikin

Kurd daxwaza zêdebûna desthilata Talabanî dikin

Li gora nûçeyeka rojnameya Elsebah a Baxdayê endamê Hevgirtina Fraksiyonên Kurdistanî Welîd Şerîke ragihaniye, ku heger postê serokê komara Iraqê ji Hevgirtina Fraksiyonên Kurdistanî re be wê demê gerek sazkarî û guhertin di desthilatên serokê komar de bihên kirin û gerek ji bo wê çendê sazkarî û guhertin di destûra Iraqê de jî bihê kirin.
 
Welîd Şerîke behsa cur û şêweyên van guhartinan nekiriye evên ku Kurd dixwaze di desthilatên serokê komara Iraqê de bihên kirin.
 
Hêjayî gotinê ye, ku berî demekê jî çend jêderên Kurdistanî û Iraqî ragihandibûn ku desthilatên serokê wezîrên Iraqê gelek zêde ne û pêdivê ye sînûrek ji desthilatên serokê wezîran re bihê danîn û li hember wê çendê pêdivê ye, ku desthilatên serokê komara Iraqê bihên zêdekirin.




Subscribe to comments feed Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

CAPTCHA - Koda Ewlekarîyê :