Pirsgirêka Iraqê ber bi çareseriyê ve diçe
Serokê Iraqê Celal Talebanî da xuyakirin, ku problema siyasiya Iraqê êdî ber bi çareserbûnê ve diçe. Talabanî kombûna encûmena bilinda rêxistinên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanî de daxwaz kir, ku divê peywendîyên navbera YNK û hêzên dinên Iraqî xurt û geş bibin.
Serokê Iraqê Celal Talebanî di vê kombûnê de daxwaz kir, ku divê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanî bi hemû alîyên Iraqî re dost be û hemû alîyên Iraqî jî dixwazin, ku posta serokatîya komara Iraqê ji Celal Talebanî re be.
Di derbarê peywendîyên YNK û alîyên Kurdistanî de jî Talebanî da xuyakirin, ku peywendîya YNK bi taybetî bi Partîya Demokrata Kurdistanê re xweş e û rêkevtineka stiratejîk di navbera wan de heye û peywendîyên YNK bi alîyên dinên Kurdistanî jî re xweş in.
Celal Talebanî weha jî da xuyakirin, ku dê di vê dema nêzîka pêş de pirs û arêşeyên nava Iraqê bihên çareserkirin û dê hukûmeteka pirdengî û niştimanî bihê damezrandin û dê hemû alîyên siyasîyên Iraqê, di nava vê hukûmeta nû de beşdar bin.

Twitter
Facebookê de biweşîne
Google Bookmark
Nêrîna xwe birêke