Malper | Polîtîk | Tirkiye dîsa li DMME’yê mehkûm bû

Tirkiye dîsa li DMME’yê mehkûm bû

Tirkiye di dozên Rumên Qibrisê de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve bi 15 mîlyon Ewroyê re hate mehkûm kirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di dîroka 22 Îlon û 27ê Cotmehê de 19 serlêdanên jî li gor xala 1. ya protokala mafê xwedîtiyê  wek binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropa biryar dabû. Ji wan 11 serlêdanên jî wek binpêkirina xala 8. ya rêzgirtina malbatî û jiyana taybetiyê nirxandîbû û biryarê cezayê dabû.

Dadgeha Strasburgê bi tevahî 15 mîlyo ewro û ji bo her kesê ku serê li dadgehê dabûn jî, di navbera 30 hezar û 15 mîlyon ewro de biryara tazminatê da.

Dadgeha Strasbourgê ji xeynî cezayên tazmînatê ji ber mesrefên dadgehê jî ji Tirkiye re 160 hezar ewro cezayê peran bir.

Serlêdanên tazmînatê di sala 1990ê de hatîbûn kirin.Rumên xwedî serlêdan ji ber êrîşên artêşa Tirk  di sala 1974an de xanî , erd û mulkên xwe yê din winda kirîbûn.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Tirkiye di lîsteya şermê de bû yekemîn
Tirkiye par di Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê de di nawa dewletên zêdetirîn hatin mehkûmkirinê de dîsa bû yekemîn. Serokê Dadgeha Mafę Mirovan yê Ewropayê Jean ...
Ez Tirkim rastim lê nijadperestim
Li Tirkiye nijadperestî bi biryara dadgeha bilind hate pejirandin....
Piştî 30 sala jî biryar nedan
Dozek bê biryar.....
Dadgeha Destûrî dikare biryara parlementoyê ji holê rake
Enqere - Dadgeha Destûrî ya Tirkiye, di derbarê serlêdana CHP-ê ya ku dixwaze paketa destûrê îptal bike qebûl kir ku bêxe di rojeva xwe de. ...
Dadgeha Swêdê berpirsê Kurdistanpostê mahkum kir
Berpirsê malperê ê 50 000 kron tevlî faîza wê ya ji roja weşana nûçeyê (9.05.2005) heta nuha wek tazmînat bide. Ew ê her wiha hemû ...