Malper | Polîtîk | Gul: Zimanê dê mafek e

Gul: Zimanê dê mafek e

Neveroka serdana serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul ya Diyarbekir di hinek waran de eşkere dibe. Dema Gul li Diyarbekir bû roja dawî ya sala 2010-ê taşta sibehî li gel berpirsên dezgehên sivîl yên Diyarbekir xwar. Li ser taştê gelek sohbet hatin kirin û hinek gazind ji Gul hatin kirin.

Li gora ku rojnama Taraf radigihîne, serokê odeya pişesazî û bazirganî ya Diyarbekirê Galip Ensarîoglu, di derbarê daxuyaniya konseya ewlekariya netewî de rexneyek kir û ji Gul re got: Birêz serokkomar, kurd doza dewletek cuda nakin, doza alak cuda jî nakin. Daxuyaniya Konseya ewlekariyê de behsa yek, dewlet, yek,al, yek ziman dike. Ev hat famkirin ku nenaskirina nasnama kurdiye. Em ji vê yekê ne rihetin. Tu pêwistiya daxuyaniyek bi vî awayî tunebû. Ev daxuyani dibe sedemê tundiyê, li Belçîka gelek zimanên cuda hene ji bo çi li Tirkiye tunebê.


Gul gelek bala xwe da gotinên Ensarioglu û li ba xwe nivîsadin. Dema Gul bersiva Ensarîoglu da got: Zimanê dê mafeke, wê ev maf bête dayîn.Lê divê di hinek tiştan de em ecelê nekin.

Herweha  ji bo pêwendiyên navbera Kurdistana Başûr û Bakur de gelek pêşniyar ji Gul re hatin kirin. Daxwaz hate kirin ku, bila firokxaneyên leşkerî hemî li herêmê bibin yên sivîl.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Îhtimale ku ev hestî yê dema dadgehên istiqlalê bin
Parlementerê Diyarbekirê yê Ak Partiyê Galip Ensarioglu li ser kolandinên Deriyê Serayê û hestiyên ji bin erdê derdikevin ji televizyonek taybet re axivî. Kanal a ...
100 dezgehên sivîl daxwaziya sekinadina şer kirin
Li Diyarbekirê, 100 dezgehên Sivîl, li dijî bûyerên tund û tûjiya demên dawî û operasyonan dengên xwe bilin kirin Daxwaziya sekinandina şerê qirêj kirin...
Divê dînamîkên kurd konseptek hevbeş biafirînin
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (OBPD) Galîp Ensarîoglu, divê hemû dînamîkên Kurd partîyên sîyasî, rêxistinên sîvîl, însîyatîf û dezgehên serbixwe konseptek hevbeş biafirînîn....
Karsazên jin di 8-ê adarê de li Diyarbekirê ne
Diyarbekir – Bi pêşengiya Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê, karsazên jin dê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Diyarbekirê bicivin. Serokê TOBB’ê Rifat ...
Dezgehên sivîl aşitiyê dixwazin
Dezgehên sivîl li gel KCD û BTP-ê daxuyaniyek hevbeş belav kirin...