Malper | Polîtîk | Kurdistanê got zaniyariyên rapora NY şaş in

Kurdistanê got zaniyariyên rapora NY şaş in

Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku ew rapora sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) ya li ser Kerkûkê red dikin ji ber ku bi awayekî objektîv nehatiye amadekirin.

Cebar Yawer îro di preskonferensekê de li Silêmaniyê got: “2 roj berê sekreterê NYê Ban ki-moon  li ser Kerkûkê raporek pêşkêş kiriye û tê de behsa rewşa wî bajarî kiriye. Rapor bi giştî ji aliyê ajansên ser bi NYê ve hatiye amadekirin.”

Yawer da zanîn ku di raporê de amaje bi wê çendê tê kirin ku bêyî rezamendiya hêzên din, 5 hezar pêşmerge li bajarê Kerkûkê hatine bicihkirin û pêşmerge jî wek gefeke li ser rewşa Kerkûkê hatiye binavkirin.

Di raporê de hatiye gotin: "Hebûna hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li Kerkûkê dê bibe sedema şerê di navbera kurd û ereban de.”

Cebar Yawer got, “Em rêz li Ban ki-moon û ajansên ser bi NYê digirin lê me çend têbînî li ser raporê hene. Bi ya me kesên ku ev rapor amade kirine şareza nînin û hay ji rewşa Kerkûkê nînine an jî bêalî û objektîf nebûn. Çêdibe bi qest ev rapor amade kiribin. Em daxwaz dikin ku lêkolîn li ser raporê û zanyariyên tê de bê kirin. Lêkolîn digel kesên ku rapor amade kirine bê kirin. Zanyariyên di vê raporê de nerast in. ”

Yawer di civînê de xal bi xal bersiva rapora NYê da, hemû îdiayên di raporê de derew derxistin û got: “Em dikarin hemû îdiayên di raporê de bi belgeyan red bikin. Bo nimûna şandina hêzên pêşmerge bo Kerkûkê her ji destpêkê ve bi razîbûn û rêkeftina hersê aliyên kurd, Iraq û hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bûye.”

Hêjayê gotinê ye nûnertiya alîkariya bo Iraqê ya Neteweyên Yekgirtî (UNAMI) her çar meh carekê, Herêma Kurdistanê jî tê de li ser rewşa Iraqê raporeke giştî amade dike. Di rapora xwe ya dawîn ya vê mehê de behsa wê çendê dike ku bêyî rezamendiya hêzên din yên li Kerkûkê, Herêma Kurdistanê 5 hezar pêşmerge şandine Kerkûkî û çêdibe hebûna pêşmergeyan bibe sedema şerê di navbera ereb û kurdan. AKnews

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Pirsa Kurd û rewşa rojhilata navîn(Vîdeo)

Nivîskar û siyasetmedar Dara Bilek û Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso TV de bi berpirsiyariya rojnemevan Cemal Batun de, pêşketinên dawî ya rojhilata navîn û pirsa doza Kurd û li van pêşketinan de rewşa Herêma Kurdistan û Tirkiyê dinirxînin....



Hêzên pêşmerge têkilî bi rewşa ser sinor re nîne
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku cîhkirina lîvaya 7-ê ya pêşmerge li navçeya Hacî Umranê û rêxistina hêzên pêşmerge, ...
Rapora Roboskiyê: Rayedarên li herêmê, ji 15 kesan berpirsyarin”
Wezareta Karênavxwe yê Tirkiyê, rapora derbarê komkujiya Roboskiyê ku, ji Komisyona jêr a Meclîsê re şandibû derket holê.Di rapora Wezareta Karênavxweyî a Tirkiyê de tespîtên ...
Yawer: Hewildan bo azadkirina du pêşmergeyan berdewam in
Wezareta pêşmergeyan cihê girtina 2 pêşmergeyan a li Sûriyê eşkere dike û bi nivîsekî fermî bi rêya wezareta parastin û wezareta derve yên İraqê daxwaz ...
Wezareta pêşmerge dê ji 16 lîvayan pêk bê
Berdevkê wezareta pêşmerge yê Kurdistanê Caber Yawer duhî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dê di destpêka meha dahatû de malpereke taybet bi wezareta pêşmerge ...
Pêşmerge û leşkerê Îraqê li ser 8 xalan li hev kir
Di sêyemîn civîna navbera şandeya wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta berevaniyê ya İraqê de, ku li baregahê wezareta berevaniya İraqê li Bexdayl ...