Malper | Polîtîk | Rejima Sûrî berê xwe da kurda

Rejima Sûrî berê xwe da kurda

Doh hêzên ewledarîya Sûrî du kesên ji opozisîyona kurdên Sûrî Ebdul Qadir Xeznewî û Ebdul Semed Elî yên ji bajarê Qamişlo girtin.

Li gora nûçeya malpera Reuters, ku Ebdul Qadir Xeznewî û Ebdul Semed Elî roleka wan gelek girîng di xwepêşandanên ji roja 15-ê Adara meha çûyî ve yên dijî sîstema serokê Sûrî Bişar Esad hebû.

Her di vê derbarê de Mersed Elsûrî ya mafê mirovan ragihand ku, hêzên ewledarîya Sûrîya li bajarê Reqa ya li bakurê Sûrî çalakvanê di biwarê mafê mirovam parêzer Ebdul Celîl Xelîl girtin, ji ber ku wî rexne li hêzên ewledarîya Sûrî li ser awayê bi karanîna tund û tujî li dijî xwepêşanderan girtîye.

Ji alîyekî din ve, di nav leşkerên Sûrî de gelek leşker ji alîyê hêzên ewledarîyê ve têne kuştin, ji ber ew biryara kuştina xwepêşanderan ret dikin û naxwazin wan bikujin.

Fener  Mustefa kurdek  bû ku leşkeriya xwe dikira. Di dema xwepêşandanan de, Fener fermana efserên xwe ya kuştina xwepêşandaran qebûl nekir. Ji bo vê yekê jî fermanadrên wî ew kuştin. Fener doh li gundê Giryawê bi amadebûna 2 hezar kesan hate veşartin.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Metirsiya Asayişa Kurdistanê Berdewame (Video)

Di merasîmê de, Serokê Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê (APAHK) Mesrûr Barzanî û çend karbidestên hizbî û hikûmî amade bûn. ...



Li Sûrî hêjmara kuştiyan giha 40 kesî
 Li gora çalakvanên mafên mirovan, hêzên ewledarîya Sûrî yên li Humis, dora Şamê û Idlibê, êrîşî behîdarên karwana termên kuştîyên Îna Azad kirin û 26 ...
Surî dikuje û Rusya pişgiriya Esad dike
Li surî xelk berxwe dide Amerika û dewletên Yekitiya Ewropa dixwazin Esed ji dev kar berdê,lê Rusya pişgiryê dide rejima Esad...
Li Helebçe polisek hat kuştin
Di xwepêşandana doh  li Helebçe de çend polîs îro yek ji polisan jiyana xwe ji dest da. Birêvebirê polîsê Helebçe efserê piledar Enwer di vê derbarê ...
Balyozê Amerîka li Hamayê di nav xwepêşanderande bû
Li Surî bajarê Hamayê nîv milyon onsan di xwepêşandana roja înê de amade bûn û balyozê Amerîka li Surî jî tevlî vê xwepêşandanê bû...
Li Sûrî êrîşê mizgeftê kirin û 6 kes kuştin  Li gora nûçeya Reutersê îro weşankiriye, îro hêzên dewleta Sûrî êrîşek birine li ser mizgehfta Al imrî li bajarê Dera. Di encama vê êrîşê de ...