Malper | Polîtîk | Yawer: Pêşmerge di amadebaşiyê de nîne

Yawer: Pêşmerge di amadebaşiyê de nîne

Sekreterê wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku wan bo lêdana hêzên Îranê an hêzeke din, çi hêzeke pêşmerge li ser sinorên Pişderê nexistiye di amadebaşiyê de.

Cebar Yawer ji AKnewsê re got:
- Me li navçeyên Pişder û Qeladizê bo lêdana Îran an hêzeke din, çi hêzeke pêşmerge nexistiye di amadebaşiyê de. Me tenê îcazeyên pêşmergeyan ragirtiye ev jî bo çavdêriya rewşa navçeyê ye. Niha tenê 3 lîvayên pêşmerge di sinorî Pişderê de hene.

Yawer li ser egera êrîşkirina Îranê û lêvegerandina hêzên pêşmerge got:
- Îran karekî bi wî rengî nake çimkî dizane sinorên herêma Kurdistanê sinorên Iraqa federal in û sinorekî navdewletî ye û nabe derbas bike.
Îro jimareyek malperên kurdî ji zarê çend berpirsên wezareta pêşmerge belav kirin ku li navçeyên qazaya Pişderê 15 hezar pêşmerge bi fermana fermandarên xwe, ji bona bersingirtina êrîşên Îranê, ketine di amadebaşiyê de ku ji lîvayên Bêtwên, Pişder, Balek, Soran û Xoşnawetiyê pêk hatine.

Duhî jî Cebar Yawer di daxuyaniyekê de diyar kir bû ku arteşa Îranê debasî axa herêma Kurdistanê nebûye.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Mîrê Hêkan hestên xwe yên Newrozê bi video pşkeş diek

Mîrê Hêkan hetên xwe yên Newrozê pêşkeş dike û dibêje: Ez hestên xwe yên Newroza 2011 weke Video pşkşi we dikim ...



Hêzên pêşmerge têkilî bi rewşa ser sinor re nîne
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku cîhkirina lîvaya 7-ê ya pêşmerge li navçeya Hacî Umranê û rêxistina hêzên pêşmerge, ...
Wezareta pêşmerge dê ji 16 lîvayan pêk bê
Berdevkê wezareta pêşmerge yê Kurdistanê Caber Yawer duhî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dê di destpêka meha dahatû de malpereke taybet bi wezareta pêşmerge ...
Yawer: Hewildan bo azadkirina du pêşmergeyan berdewam in
Wezareta pêşmergeyan cihê girtina 2 pêşmergeyan a li Sûriyê eşkere dike û bi nivîsekî fermî bi rêya wezareta parastin û wezareta derve yên İraqê daxwaz ...
Yawer: Li ser sinor rewşek awarte tuneye
Piştî ku gotegota wê çendê belav bû ku artêşa Tirkiyeyê li ser sinorê hevbeş yê herêma Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi liv û tevgera leşkerî ...
Pêşmerge û leşkerê Îraqê li ser 8 xalan li hev kir
Di sêyemîn civîna navbera şandeya wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta berevaniyê ya İraqê de, ku li baregahê wezareta berevaniya İraqê li Bexdayl ...