Malper | Polîtîk | Celal Talebanî careke din pişta Beşar Esed girt

Celal Talebanî careke din pişta Beşar Esed girt

Celel Talebanî serokomarê Îraqê bi rêya nûnerê xwe nameyeke piştgiriyê ji bo Beşar Esedê serokomarê Sûriyayê hinart.

Li gor rojnameya Tişrîn (http://tishreen.info/_default.asp?FileName=42003595020110823061322) ku, rojnameya fermî ya hikûmeta sûrî ye, duhî Falih Feyaz wezîrê emniyeta niştimaniya Îraqê  serdana Sûriyeyê kiriye. Feyaz li Şamê digel Beşar Esed civiyaye û di civînê de nameya piştgiriyê a serokomarê Îraqê Celal Tebanî daye destê Esedî.

Li gor rojnameya navborî Talebanî di nameya xwe de dibêje:Li hember wê pîlana li dijî Sûriyeyê tê gêran ku aramî û amniyeta Sûriyeyê kiriye armanc, em piştgiriya desthilata pênc Sûriyeyê dikin.

Di dawiya meha borî de jî Celal Talebanî sekreterê yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê nameye ji Esed re şand bû û têde piştgirya xwe bo projeyê reformên Beşar Esed diyar kir bû.

Weke tê zanîn ev zêdetir ji pênc mehane leşekr, emin û îstîxbarat sûrî bi ferma Beşar Esed bi awayekî hovane li xwepêşnandan û serhildana sivîl a gelên Sûriyeyê dide û heta nuha bi hezaran kes ji hevwelatiyên sûrî hatine kuştin û bi hezaran jî hatine girtin.

 


 

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Karîkaturistê kurd Serdar Kêsteyî (Video)

Hûnermendê Şêwekar û Karîkaturistê Kurd Serdar Kêsteyî...



Malbata Beşar Esedê dest bi firotina milk û malê xwe kiriye.
Li gor nûçeyeke rojnamye Daly Telegraf ya berîtanî di jimara xwe ya duhî ya roja înîyê de eşkere kriye ku endamên malbata Beşar Esedê serokê ...
Mehlis: Bi fermana Beşar Esed Elherîrî hatiye kuştin
Dozgerê almanî û serokê berê ya komîteya lêkolîn û lêpirsîna navnetewî `Detlev Mehlis` ya derbarê terorkirina Refîq El-Herîrî serokwezîrê berê yê Libnanê, ragihand ku bi ...
Serdana wî bo Şamê serdaneke neserketî bû
Ehmed Dawudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê di serdana xwe ya bo Sûriyayê de daxaz ji hikûmeta sûrî kir ku kuştina kesên medenî rawestîne.Dawudoglu di serdanxwe ...
Qesra Spî: Serokê Sûriyeyê li ser rêya çûnê ye
Duhî roja pêncşemiyê Qesira Spî, di helwestekê xwe yê nû de li dijî desthilata Sûryeyê, di daxuyaniyekê de got ku serokê Sûryeyê “li ser rêya ...
Dadgeha tawana dixebite biryara girtina Beşar Esed bide
Birîkarê wezareta bergiriya Brîtaniyayê Nick Harvey got dibe ku dadgeha tawana ya navdewletî biryara girtina serokê Sûriyeyê Beşar el-Esed bide. Li gor rojnameya Financial Times, birîkarê ...