Malper | Polîtîk | Serok Barzanî ji Duhokê dest bi guhertina berprisan dike

Serok Barzanî ji Duhokê dest bi guhertina berprisan dike

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di van rêjên nêzîk de serdana wîlayeta Duhokê dike û di çarçoveyê serdana xer de dê dest bi guhertina hijmareke berprisên hikûmî û îdarî bike.

Feysel Debax sekreterê mediyayê yê mekteba serokê Kurdistanê, li dor serdana serok Barzanî bo Duhokê di daxuyaniyekê de got ku ew guhertinên li Duhokê dibin tu peywendî bi bûyerên vê dawiyê yên Zaxo û Duhokê ve nîne: 

- Dê gelek berprisên hikûmî û îdarî li sînorê wîlayeta Duhokê bên guhertin, lê van guhertinan tu têkelî  bi bûyerên Zaxo û Duhokê ve nîne. Ew guherînin karekî rotînîye û demeke biryar li ser guhertina wan berpirsan hatiye dan.

Her li ser meseleya serdana Mesûd barzanî serokê Kurdistanê bo Duhokê û encamdana guhertinan di postên hikûmî û îdarî de, Cefer Îbrahî berdefkê polîtbûroya PDK ji rojnameya War re got:

- Serok Barzanî ji bo lêpirsîna bûyerên Zaxoyê komîteyek pêkanîye û wê komîteyê rapora xwe pêşkeş kiriye. Tu kesên ser bi PDK di wê komîteyê de cî nagirin. Ji ber hindê em nizanîn encamên lêpirsîna komîteyê çine. 

Îbrahîm got ku hikûmeta herêma Kurdistanê, ne PDK dê wan guhertinan bike û got:

- Weke PDK heta nuha em tu bername nînin berpirsên Partî biguherîn. Dema encamên lêpirsînê eşkere bibin, eger Partî bi pêdivî bibîne dê guhertinan di postên berpirsên PDK de bike.

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Serdana Serok Barzanî ya Tirkiye û Medya

Nivîskar û siyasetmedar Dara Bilek û Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso Tv de bi rêvebiriya bernameya rojnamevan Cemal Batun de serdana Serok Barzanî ya Tirkiye û derencamên wê serdanê dinirxînin....



Waliyê Duhokê bi şandeyeke Koreya Başûr re civiya
Konsolusê Koreya Başûr yê herêma Kurdistanê, bi mebesta agehdar bûn ji rewşa wîlayeta Duhokê, serdana bajarê Duhokê kir û ji aliyê Temer Remezan waliyê Duhokê ...
Konsulusê Yunan serdana Duhokê kir
Duhok - Konsûlê giştîyêYûnanistanê li Hewlêrê li gel şandeyeka sermayedar û bazirganên Yûnanistanê serdana bajarê Duhokê kir. Evê şandeya han serdana parêzgeha Duhokê û odeya ...
Zanîngeha Mêrdînê li Başûrê Kurdistanê ye
Şandeyeka ZanîngehaArtuklu ya li Mêrdînê Bakûrê Kurdistanê li herêma Kurdistanê ye û serdana parêzgeha Duhokê û Hewlêrê kiriye. ...
Serokê Kurdistanê Duhokspor pîroz kir
Duhî bi şev, piştî lîstika navbera tîma fûtbola Duhokê û Telebe  li stadiyoma Gel li Bexdayê bi dawaî hatî û tûma fûtbola Duhokê bi serketî ...
Erdheja Wanê Duhok hejand lê duhokî nehejiyan
Serokê sandîkaya karkerên Kurdistanê tayê wîlayeta Duhokê duhî di daxuyaniyekê de, li ser pirsa alîkarîkirina lêqewmiyên erdheja Wanê,  ji rojnameya War ku, li bjarê Duhokê ...