Malper | Polîtîk | Malikî pêşniyara Barzanî qebûl nekir û gef kirin

Malikî pêşniyara Barzanî qebûl nekir û gef kirin

Arşîv

 

Malikî pêşniyara Barzanî qebûl nekir û gef kirin

Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê duhî li Bexdayê di preskomferensekê de behsa rewşa siyasî û emnî ya Îraqê kir û dema hatiye ser parastina Tariq Haşimî ji aliyê desthilatdarên herêma Kurdistanê ve got:

- Em bi tu awayî qebûl nakin kesek piştgirîya terorê bike û di heman demê de digle me hevpeyman be. Ew yek nayê qebûlkirin ku desthilatdarên federalî kesekê ku tawnabare teslîmî hikûmeta merkezî nekin.

Serokwezîrê Îraqê di berdewamiya axaftina xwe de got kuyên ku tawanbarin dive teslîmî dadgehê bên kirin:

- Eger teslîmîm dadgehê nebe û bireve, hinge dê pirsgirêk mezin be. Ez hêvî dikim ku desthilatdarên herêma Kurdistanê nekevin di rewşeke wesa da.

Malikî got jî ku  Tariq Haûimî bi kuştinê tawanbar e û nabe tu kes mayê xwe yê deiya  bike, ne Konseya Welatên Erebî û ne tu aliyên din:

- Divê hemû kes bizane ku dadgehên Îraqê serbixwe ne, eger ew tomet nerasin, bila Haşimî bê û li pêşiya dadgehê xwe biparêze û bêtawaniya xwe ispat bike.

Berî çend rojekan serokwezîrê Îraqê, Tariq Haşimî cîgirê serokomarê Îraqê bi kiryarên terorê tawanbar kir û ferman agirtina wî da. Tariq haşim jî reviya herêma Kurdistanê û hewara xwe guhand berprisên kurdan.

Haşimî li Hewlêrê di preskonferensekê de got ku ew dixaze mehkemeya wî li Hewlêrê, ne li Bexdayê bê kirin.

Ji bo çaresrkirina kirîza siyasiya Îraqê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşniyara sazkirina kongreyeke niştimnaî kir û heta niha hema bêje hemû aliyên siyasyên îraqî ew pêşniyar qebûl kiriye.


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li pişt buyerên Zaxo de kî hene?

Nivîskar û siyasetmedar Dara Bilek û Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso Tv de bi rêvebiriya bernameya rojnamevan Cemal Batun de bûyerên li bajarê Zaxo û helwesta desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê dinirxînin....



Parastina jiyana Haşimî ji bo Erdogan giring e
Piştî serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî êrîşên xwe bo ser cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî berfirek kirîn, Enqer deriyên xwe ji bo pêşwazîkirin û parastina Tariq ...
Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî
Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî Li gor hin çavkaniyan Enqere daxaz ji Amerîkayê kiriye ku bi a serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî neke û her karekê ...
Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr û Silêmaniyê reviyan
  Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr  û Silêmaniyê reviyan Firaksyona Îraqiye ku Eyad Elawî seroaktiya wê dike, duhî roja şemiyê 17-1-22011ê, biryar da ku êdî beşdarî di ...
ORSAM: Îraq ber bi parçebûnê diçe
Enadmê enstîtuya lêkolînên stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM), ku navenda wê li paytexta Tirkiyê Enqereyê ye, Çetiner Çetin diyar kir ku, şîeyên Iraqê bi helwestên ...
Serok pêşwaziya Haşimî kir
Serok Barzanî pêşwaziya cîgirê serokkomarê Iraqa Federal Tariq Haşimî kir....