Malper | Polîtîk | 27 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan?

27 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan?

Li gora rayadarên dewletê ragihandîn ji roja 10.12.2011-ê li devera Şirnex li Çiyayê Cudî operasyonek berfireh destpêkir. Vê operasyonê bi rojan berdewam kir. Herweha gora rojnemevanên tirkî li gelek cihan leşker û çekdarên PKK-ê liqayhev hatin û di nav wan de şer derket.

Di encam de ji aliyê rayadarên dewletê ve hate ragihandin ku, di van operasyonan de 27 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dane 5 jî sax hatine girtin.
Bêgoman ev operasyonên vê dawiyê li herêma Kurdistanê çêdibin gelek balkêşin. Di demekî de ye ku tu çelakiyên PKK-ê yên çekdar tuneye.

Lê dewlet bi tundî diçe ser çekdarên PKK-ê. Li Bingolê, Diyarbekir û niha jî Şirnex zêdeyî 50 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dane. Bivê nevê ev pirsekî tînê holê. Gelo çekdarên PKK-ê li Kurdistanê têne înfazkirin? Herweha ji bo vê yekê kî, çi zemînî amade dike? Di vê derbarê de bêdengiya heyî jî ji hemiyê gelektir balkêşe.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Video: 'Şivan û Ciwan êdî kal in!'

Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Ewropa / hunermend Şivan Perwer û Ciwan Haco ji bo Mîşel Temo stranên xwe gotin....



Operasyon û kuştina çekdarên PKK-ê
Li herêma Diyarbekirê li derdora navçeya Qulpê leşkera li dijê çêkdarên PKK-ê operasyonek mezin destpêkir. Wek tê zanîn eve demeke operasyonên leşkerî li herêma Kurdistanê û ...
Şer:5 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan
Li Bilîsê devera navçeya Hîzanê di nav leşker û çekdarên PKK-ê de şer derket. Dema ku leşkera operasyon li herêmê dikiran rasta grubek çekdarên PKK-ê ...
8 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan
Di navbera leşkerên tirk û çekdarên PKK-ê de şer derket, di encam de 8 çêkdarên PKK-ê jiyana ji dest dan. 5 ji wan jinin....
Li Darahînê şer: kuştî û birîndar hene
Li Bingolê navçeya Darahînê di navbera leşkera û çekdarîn PKK-ê de şer derket. Li gora agahdariyên medya tirkî, di şer de 3 çekdarên PKK-ê û ...
12 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan
Li devera Şirnex û nêzikî tixûbê Kurdistana Başûr, eve demek bû operasyonên leşkerî berfirehî çêdibû. Roja 12-13-ê Gulanê leşker û çekdarên PKK-ê rastahevhatin û şer ...