Malper | Polîtîk | Guhertinên demokratîk di meha Sibatê de pêktên

Guhertinên demokratîk di meha Sibatê de pêktên

Cîgirê serokwezîrê Tirkiye  Beşîr Atalay da xuyakirin ku, dê meha Sibatê de, hinek guhertinên di derbarê pêşvebirina demokrasiyê de bêne kirin  wê ji aliyê serokwezîr Tayib Erdogan ve bête ragihandin.

Li gora rojnama Tarafê radigihîne,  xebatek ya li ser amadekirina paketek demokratbûnê tê kirin û herweha ji sala 1980-ê û sala 1980-ê qanûnên di dema desthilatdariyên leşkerî ve hatîn derxistin jî wê bêne rakirin.

Li gora hinek çavkaniya ji hilbijartinên ku îsal di 12-ê hezîranê de çêbûyîn ve heta niha xebatek berfireh li ser demokratîzekirinê tê kirin. Tê  gotin ku dê hemû astengên di rêya azadiya gotin û dîtinan de ji hole bête rakirin. Herweha di derbarê mafên mirovan de jî guhertinên bingehîn dê bêne kirin.

Gelek caran daxuyaniyên bi vî awayî di medyayê de cig digrin. Lê rastî heta ku di praktikê de tiştên tên gotin pêknewin gelek nabê cihê baweriyê. Herweha di qonaxek wek îro de dema ku guhertina destûra bingehîn di rojevê de ye . Ev guhertinên bêne kirin dê çi li gel xwe bîne dibe cihê pirsekî.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Parastina pêvajoyê girîng e
Li Tirkiye piştî referandumê rojeva siyasî hate guhertin. Taybetî li ser daxwaziya Ocalan dirêjkirina agirbestê ji aliyê PKK-ê ve, ew tirs û tundiya heyî bi ...
AK Parti ber bi kû ve diçe
Dema hilbijartinên hezîrana 2011-ê Ak Parti gelek behsa demokratikbûna Tirkiye û di vê çerçovê de jî çareserkirina pirsa kurd û pêkanîna destûrek nû dikira. Lê ...
Guhertina Destûrê Pêwistiyek e.. Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan biryar da ku beşek ji destûra bingehî biguherin. Wek tê zanîn sala 2007-ê piştî hilbijartinan Ak-Partî, bi hêzek mezin di ...
Erdogan û helwesta BDP-ê
Li gora siyaseta îro li Tirkiye û li Bakurê Kurdistanê tê kirin, du roj hene ku wê bandora xwe li rewşa siyasî li vê prosesê ...
Demokratbûn karek zehmete
Li cîhanê hemiyê pîvanên demokrat bûnê û demokrasiyê hene. Lê dema navê demokratbûn û demokrasiyê dibe Rojhilata Navîn û li welatên derdorê,  naveroka demokrasiyê û ...