Malper | Polîtîk | Talebanî ji Malikî hêrs bûye û navegere Bexdayê

Talebanî ji Malikî hêrs bûye û navegere Bexdayê

Talebanî ji Malikî hêrs bûye û navegere Bexdayê

Çavkaniyeke nêzîk ji cîgirê serokomarê Îraqê Xuzeyîr Xuzayî ji malpera Nexîl a erebî re eşkere kiriye ku Celal Talebanî serokomarê Îraqê ji serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî bihêrs bûye û Talebanî biryar daye heta ku Malikî serokwezîr be ew navegere Bexdayê.

Xuzeyîr Xuzayî  cîgirê duyem yê serokomarê Îraqê piştî serdana xwe ya bo Silêmaniyê û civîna bi serokomar Telal Talebanî re, di civînê de Talebanî ji wî re gotiye ku ji serokên Hevpeymaniya Niştimanî yaku, Nurî Malikî serokatiya wê deke, rabigihîne ku ew navegere Bexdayê, dê her li Silêmaniyê bimîne û tu wezîfeyên serokomariyê birêve nabe hindî Malikî serokwezîrê Îraqê be ji ber ku wî bawerî bi Malikî nemaye.

Her li gor malpera navborî, Xuzeyîr Xuzayî piştî civîna bi Talebanî re vegeriyaye Bexdayê û serdana mala Îbrahîm Caferî serokwezîrê berê yê Îraqê kiriye û li wir peyama serokomar Talebanî giihandiye serkirdeyên Hevpeymaniya Niştimanî.

  Xuzayî ew yek jî eşkere kirye ku Talebanî gotiye ji ber ku Malikî qanûn bin pê kiriye û sivkatî bi serokomar kiriye biryar de ji nuha û pê de hevkariyê digel Malikî neke.

Heta nuha rastî û nerastiya vê nûçeyî ji aliyê ofîsa serokomarê Îraqê ve nehatiye pişt rast kirin. 



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr û Silêmaniyê reviyan
  Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr  û Silêmaniyê reviyan Firaksyona Îraqiye ku Eyad Elawî seroaktiya wê dike, duhî roja şemiyê 17-1-22011ê, biryar da ku êdî beşdarî di ...
Du mehe sefîrê Tirkiyeyê nikare Malikî bibîne
Berî heyamekî di navbera serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan û serokwezîrê Îraqê Malikî de şeredaxuyanî hebû û wê yekê wusa kir ku alozî di navbera Bexda û ...
Amerîka û Îran dixazin Malikî bimîne
Berpirsekî pilebilind ê kurd li Bexdayê, diyar kir, di civîna Hewlêrê ya rayedarên Iraq û Kurdistanê de, behsa dûrxistina serokwezîr Nûrî Malikî ji kar hatiye ...
Barzanî bi telefonê li rewşa Talebanî pirsî
  Serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî, duhî bi rêya telefonê peywendî bi serokomarê Îraqê Celal Taleban  kir û li rewşa wî ya tendirostî pirsî. Serok Barzanî di vê ...
Progrma serdana Erdogan bo Hewlêrê diyar bû
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Anadoluyê, serokwezîr Erdogan dê beşdarî merasîmên vekirinê yên konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê û balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê bibe...