Malper | Polîtîk | Amadekarî ji bo civîna her pênc serokan tê kirin

Amadekarî ji bo civîna her pênc serokan tê kirin

 

Li herêma Kurdistanê ji bona ku her pênc serokên hêzên serke li Kurdistanê bi hevre bicivin  xebatên cidî tên kirin

Li gor malpera NRT, sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî amadekariyên civîneke bala di navbera her pênc serokê hêzên sereke li herêma Kurdistanê; Mesûd barzanî serokê PDK, Celal Talebanî sekreterê YNK, Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goran, Selahedîn Behaedîn emîndarê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û Elî Bapîr emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê dike.

Lo gor heman çavkaniyê, Celal Talebanî serokomarê Îraqê heta demeke din dê li Silêmaniyê bimîne û ji bona rêxistina navnala kurd û yekxistina helwestê herêma Kurdistanê li hember kirîza siyasî û emnî ya Îraqê civîneke lutkê bi amadebûna serokê her pênc partiyên serke li herêma Kurdistanê pêkbîne.

Piştî alozbûna rewşa siyasiya Îraqê û kûrbûna nakokiyên navbera Lîsteya Îraqiye a bi serokatiya Eyad Elawî û Hevpeymaniya Niştimanî a bi serokatiya Nurî Malikî, çenda careke serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokomarê Îraqê Celal Talebanî peywendî bi hev kiriye û li ser mekanîzma çareserkirina rewşa Îraqê û yekxistina helwestê herêma Kurdistanê li hember kirîza Îraqê gotûbêj kirine.


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li Dera xelk li ser piyan e (Vîdeo)

Li bajarok û gundên derdora Dera xelkê protesto kirin û berê xwe dan bajarê Dera.....



Barzanî bi telefonê li rewşa Talebanî pirsî
  Serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî, duhî bi rêya telefonê peywendî bi serokomarê Îraqê Celal Taleban  kir û li rewşa wî ya tendirostî pirsî. Serok Barzanî di vê ...
Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr û Silêmaniyê reviyan
  Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr  û Silêmaniyê reviyan Firaksyona Îraqiye ku Eyad Elawî seroaktiya wê dike, duhî roja şemiyê 17-1-22011ê, biryar da ku êdî beşdarî di ...
Senaryoyên avakirina hikûmet nû a Îraqê
heta nuha aliyên opozisyon bi taybetî lîsteya Guran nizane ku ew bi tenê li Kurdistanê hêzeke opozisyona hikûmeta herêma Kurdistanê ye, divî serokatiya lîsteya Guranê têbigihîje ku bi tu awayî nabe ew li Bexdayê jî opozisyona PDK û YNKê be...
6'ê Avrêl
6'ê Avrêl Di sala 2005’an û di rojekî wekê îroyê de Serokê Yekîtiya Nîştimanê Kurdistan Celal Talabanî bû Serok Komarê Iraqê. Celal Talebanî (bi soranî: Celal Tallebanî, ...
Talabanî pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir
Silêmanîyê - Evroj sekreterê giştîyê Yekîtîya niştimanîya Kurdistanê Celal Talebanî, pêşwazîya cihgirê serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re kir...Di dîdarekê de, ...