Malper | Polîtîk | Yekgirtu: Divê PDK daxaz lêburînê bike

Yekgirtu: Divê PDK daxaz lêburînê bike

Piştî komîteya lêkolîna bûyerên Zaxoyê  ku bi fermana serokê herêma Kurdistanê hatibû pêkanîn, encamên lêkolînê ji raya gistî re berçav kirin, duhî polîtbûroya Yakgirtuya Îslamiya Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de encamên lêkolîn red kirin.

Polîtborûya Yekgirtuya Îslamî di daxuyaniya xwe de encamên lêkolînê qebûl nake û daxaz dike ku Partiya Demokrata Kurdistanê daxaz lêburînê  ji Yekgirtuya Îslamî bike.

Di heman demê de Selahedîn Babekir berdefkê Yekgirtuya Îslamî dibêje:

- Polîtbûroya partiya me encamên lêkolînê red dike û divê PDK daxaza lêburînê ji Yekgirtuya Îslamî û xelkê Kurdistanê bike.

- Rapora komîteya lêkolînê yekgirtuya Îslamî û saziyên wê yên ragehandinê û kesatiyên wê bi paldanan xelkê ku êrîş bikin tawanbar dike û ev yek jî tomeyteke ne rewaye.

Di bersiva daxuyaniya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê de, duhî berdefkê Partiya Demokrata Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku PDK daxaz lêburînê nake û ew daxaza Yekgiru ku PDK daxaz lêburînê bike daxazke ne rewaye.

Di bersiva daxuyaniya polîtbûroya yekgirtuya Îslamî de, Cafer Îbrahîm berdefkê PDK got:

- Daxuyaniya Yekgirtuya Îslamî li hember encamên lêkolîna bûyerên Badînan daxuyaniyeke mîzacî ye.

- PDK daxaz lêburînê ji Yekgirtua Îslamî nake û daxaza wan daxzeke nerwaye.

Cafer Îbrahîm ew yek jî got ku piştî ragehandina encamên lêkolîna bûyerên Badînan, pêwstî bû hemû alî bi wan encaman pabend bûna.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Yekgitiya Îslamî ji reformxwaziyê ber bi şidetê
  Piştî bûyerên Badînan Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê rûyê xwe yê bikaranîna şidetê detxist pêş. Endamên Yekgirtuya Îslamî bi awayekî berfireh û aktîv beşdarî di şewitandin û ...
Bayîz: Siyaseta îro Yekgirtu dimeşîne siyaseteke xerîbe
Erselan Bayîz cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê û endamê serokatiya yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), di nivîseke xwe de ku, bi nave (aloziyên Zaxo) li rojnameya Kurdistanî ...
Mela Îsmayîl: Yekgirtu li pişt aloziyên Zaxoyê ye
  Mela Îsmayîl Osman, yê kut ê tawanbar kirin ku wî di xutebya nimêja îniyê de xelik handaye ku eîşî cîyêm tûrîstî bikin, di hevpeyvîneke xwe ...
YNKê bersiva kurdên sosiyaldemokrat da
Ofîsa ragehandinê ya mela Bextiyar endamê polîbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê bi daxuyanyekê bersiva grupa kurdên nav Partiya Sosiyaldemokrata Swêdê da.  Ofîsa ragehandina Bextiyar di daxuyaniya xwe ...
Mîranî bûyerên vê dawîyê ji dengê Amerîkayê re zelal dike (deng)
  Sekreterê polîtbûroya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje ku ew hêşta Yekgirtûya Îslamî xetabar nakin hemberî alozkariyên parêzgeha Dihokê, lê belê li benda encamên lêkolînê dimînin. Di ...