Malper | Polîtîk | Başûr û bakurê Kurdistanê bi rêya trenê bi hev re tên girêdan

Başûr û bakurê Kurdistanê bi rêya trenê bi hev re tên girêdan

Civîna sêalî

Li gorî rêketina navbera Herêma Kurdistan, Iraq û Tirkiyeyê, dê rêyeke trenê navbera Iraq-Tirkiye-Kurdistanê de bê çêkirin, her wiha ji bilî deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr), du deriyên din jî dê bên vekirin. 

Şandeke hevbeş a Herêma Kurdistan, Iraq û Tirkiyeyê, duhî, li hotel Rotana ya bajarê Hewlêrê civiyan û li ser çêkirina rêyeke trenê û vekirina du deriyên sînorî yên din di navbera Kurdistan û Tirkiyê de rê ketin. 

Li gor AKnews, piştî civîna navbera her sê aliyan de, wezîrê bazirganî yê Herêma Kurdistanê Sînan Çelebî diyar kir ku piştî 4 civînên hevbeş ên navbera hikûmetên Iraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, biryar hat dayîn ku, ji bilî deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, 2 deriyên din bên vekirin û her wiha rêyeke trenê jî navbera Tirkiye û Kurdistan û Iraqê de bê çêkirin. 

Çelebî got ku, yek ji wan deriyên sînorî 5 km û yê din jî dê 15 km ji deriyê Îbrahîm Xelîl, dûr be û dikevin navçeyên Şînawe û Qerewil ên ser bi Zaxoyê ve. 

Wezîrê bazirganiyê got:

- Nuha rojê 3 hezar otomobîlên barhilgir di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de derbas dibin ku 1500 jê yên Tirkiyê û 1500 jî yên herêma Kurdistanê ne. Bûdceya vekirina her du deriyên nû 25 milyon dolar hatiye texmînkirin ku nîvê wê Iraq û nîvê din jî Tirkiyê dabîn bike. Ev proje dê di nav 2 salan de bê çêkirin. 

Rêveberê giştî yê bazirganiya Tirkiyeyê, Hesen Koseoglu jî got:

- Vekirina van her du deriyan pir girîng e, ji ber ku tişt û kelûpel dê yekser derbasî welatên erebî û kendavê bibin. Ev yek dê sûdeke mezin bo Iraqê hebe. 

Koseoglu diyar kir ku, qebareya bazirganiyê ya navbera Tirkiye û Iraqê di sala 2011ê de, 8 milyar dolar bû ku 6 milyar dolar ji Herêma Kurdistanê bû.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Konferansa rojnemevanî ya Barzanî û Davutoglu(Vîdeo)

Piştî civîna di navbera serokê Kurdistanê û wezîrê derve yê Tirkiye pêkhatî , konferansek rojnemevanî hate sazkirin....



Gotûbêjên dirûstkirina deriyekî nû ligel Tirkiyê dest pê kirin
Li gora nûçeya di Rûdawê de hatî belavkirin,  bi mebesta girîngîpêdana rewşa sînor û deriyên bazirganî û aborî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, ...
Serokê Kurdistanê û waliyê Hekarî li Selahedînê civiyan
Waliyê Hekarî Muammer Turker bi serkatiya şandeyekê serdana herêma Kurdistanê kir û duhî /16.01.2011) li Selahedînê ji aliyê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê ve hatin pêşwazî ...
Sûriyê deriyê xwe yê sînor girt
Sûriye, nahêle ku hevwelatiyên Tirkiyê di Deriyê Sînor ê Nisêbînê re derbasî Sûriyê bibin.Hevwelatiyên navçeyê jî dibêjin ku Sûriye amadekariya qetlîamên mezin dike lewra sînor ...
Geşta esmanî navbera Kurdistanê û Tirkiyê despêkir
Ji bo hinek pirsgirêkên di navbera şîrketa petrolê ya Iraqî Somo û Tirkiyede dest dayîn, Tirkiye firandina balefirên Iraqê li ser asmanên Tirkiye qedexe kirîbû. ...
Konsolusê Tirkiye serdana Duhok kir
Konsûlê Tirkiye yê li Hewlêrê di serdanekî fermî de bo parêzgeha Duhokê behsa giringîya Herêma Kurdistanê kir. ...