Malper | Polîtîk | Newşêrwan: Em dê piştgirya reformêm Neçîrvan Barzanî bikin

Newşêrwan: Em dê piştgirya reformêm Neçîrvan Barzanî bikin

Newşîrwan Mistefa

Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê beşdarî hikûmeta nû nabin û Newşêrwan Mistefa jî ragehand ku bi mercê cîbicîhkirina her şeş pakêtên çalsaziyê yên opozîsyonê piştgirî û çavdêriya hikûmeta nû dikin û li ser helwêsta xwe ya dijber ji bo her karekî xirab jî berdewam dibin. Çavkaniyeke agahdar ji Tevgera Goran jî dibêje di nav berendamên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, Nêçîrvan Barzanî ji hemûyan xwedan şiyantir dibînin.

Li gor wan agahiyên ku ji çavkaniyeke agahdar gehiştine kovara Bas ê, eger Nêçîrvan Barzanî postê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigire, çend xalên bernameyê serekî yê hikûmeta wî nemana hêza çekdarî ya hizib, reformên darayî û nehiştina cezayê siyasî yên hizbî dibe.

Di vê derbarê de jêdereke agahdarî Tevgera Goran got: 

- Rast e heta niha biryara me ew e tevî hikûmetê nebin, lê belê di nav berendamên PDK-ê de em Nêçîrvan Barzanî ji hemûyan xwedan şiyantir dibînin, ger em li derveyê hikûmetê jî bin, bibînin ku reforman di warê darayî û çekdarî dike û bo wê mebestê pêngavan diavêje, em ê piştgiriya wî bikin û ger di karê hikûmetê de kêmasiyan jî bibînin em ê jê re bibêjin, wate me biryar nedaye dijayetiyê bikin.

- Newşêrwan Mistefa bi awayekî nerasterast ragehandiye ku tevî hikûmeta dahatû nabin û wek opozîsyon dimînin. Herwiha gotiye her hikûmetek ku wan pakêtan çaksaziyê yên ku opoziyonê pêşniyar kirine, bixe bernameyê xwe de dê piştgiriya wê bikin û di heman demê de çavdêriya wê jî dikin.

 Ji aliyekî din ve, Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê her du endamên serkirdayetiya xwe Hakim Qadir û Letîf Reşîd bo berendamên postê cîgirê serokwezîr destnîşan kirine, lê şensê Hakim Qadir zêdetir e. Erselan Bayiz jî ku, nuha cîgirê serokê parlamentoyê ye, dibe serokê Parlamentoya Kurdistanê. 

Jêderekê ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî amaje bi wê yekê da ku ti pêşketinek di peywendiyên PDK û Yekgirtû de çênebûye û heta niha jî li gor piraniya serkirdeyên Yekgirtû beşdarnebûn di hikûmetê de baştirîn rê ye. Heta niha helwêsta Komela Îslamî ya Kurdistanê jî nayê zanîn, lê zehmet e Komela Îslamî bi tenê, bêy her du aliyên din yên opozisyonê,  tevlî hikûmetê bibe 



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Bila xwîna kurê min hawênê aşitî be(Vîdeo)

Xwepêşandanên li Silêmaniyê çêbûyîn hinek kesan êrîşek bir li ser baregehê PDK-ê şaxê Silêmaniyê. Di encam de gencek bi navê Rejwan jiyana xwe ji dest ...



Newşêrwan Mistefa rojnameya Rojname daxist
Bi biryareke Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê rojnameya Ronmae ku ji kompaniya Wşe dihat weşandin, hat daxistin û îro hijmara dawiyê derdikeve. Li gor Hawelatî, Newşêrwan ...
Goran:Pêwîste Hikûmeta niha bê hilweşandin
Berdevkê Tevgera Goran bi munasebeta derbasbûna salekê li ser daxuyaniya heft xalî ya vê tevgerê, daxuyaniyekê belav dike û heman daxwaziyên sala borî dûbare dike ...
Goran hêzeke desthilatxaze ne reformxaze
Tevgera Goran xwe weke hêzeke opoziyon daye diyar kirin û ew xwe weke hêzeke reformxaz hisab dike. Lê gelo di rastiyê de wisaye? Goran reformxaze ...
Amerîka zextê li PDK-ê nake
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Îbrahîm diyar dike ku, ew wek PDK ji bo encamdana gûhertinan reqabetê li gel demê dikin. Tevî ku bi baweriya wî dem ji bo wê yekê ne derenge, lê pêwîste lez bê kirin. Herwiha dibêje, Amerîka derbarê rewşa niha ya hestyar ku li Herêma Kurdistanê heye, tekana aliyê li ser xetê ye, lê ti zextên wan li ser PDKê nîne û ew jî ji helwestên serok Barzanî yên li ser çareserkirina pirsgirêkan hewara xwe gihandina parlamentoyê razîne û eger jî nehat kirin, hilbijartinên pêşwext bên kirin:...
Nêçîrvan Barzanî: Goran ne opozîsyneke pozîtîv e
Serokê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Tevgera Goran ew derfet ji dest da ku bibe opozîsiyonek pozetîv. Nêçîrvan Barzanî serokê berê ...