Malper | Polîtîk | Serok Barzanî hişdariya şerê tayîfî li Îraqê da

Serok Barzanî hişdariya şerê tayîfî li Îraqê da

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de got ku egerên serhildana şerê tayfî li Îraqê heye û eger kirîza siyasiya  Îraqê neyê çareser kirin divê hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Serokê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo Alcezîre ji sedemê rewşa aloz û xeter a Îraqê  hişdarî da serkirên îraqî û got ku eger serkirdeyên siyasiyên îraqî nekarin kirîza siyasîya Îraqê çareser bikin, hîngê egerên serhildana şerê tayîfî li Îraqê heye.

Barzanî got jî ku, ev kirîza siyasiya nuha Îraq tê deye, xetertirîn kirîze  ji sala 2003ê were û eger çareser nbe tirsa serhildana şerê tayîfî heye.

Nuha Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokomarê Îraqê Celal Talebanî digel hindek serkirdeyên din yên îraqî ji bona çareserkirina kirîza siyasîya Îraqê yaku piştî fermana girtina cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî serîhildaye, dixebitin.

Duhî Usame Nuçêfî serokê parlamentoya Îraqê gihişte Silêmaniyê û digeê serokomaer Celal Talebanî civiya. Tê çaverê kirin ku îro cîgirê serokê Amerîkayê Joe Biden bigihîje Bexdayê û ji wir serdana Hewlêrê jî bike.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Barzanî li mesihiyan xwedî derdikeve (Vîdeo)

Mesîhî li Bexda û Musil ji jiyana xwe ditirsin. Wek tê zanîn ji berê çendekî li Baxdayê, hinek çekdaran êrîşek birin li ser dêra El ...



Barzanî bi telefonê li rewşa Talebanî pirsî
  Serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî, duhî bi rêya telefonê peywendî bi serokomarê Îraqê Celal Taleban  kir û li rewşa wî ya tendirostî pirsî. Serok Barzanî di vê ...
ORSAM: Îraq ber bi parçebûnê diçe
Enadmê enstîtuya lêkolînên stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM), ku navenda wê li paytexta Tirkiyê Enqereyê ye, Çetiner Çetin diyar kir ku, şîeyên Iraqê bi helwestên ...
Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr û Silêmaniyê reviyan
  Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr  û Silêmaniyê reviyan Firaksyona Îraqiye ku Eyad Elawî seroaktiya wê dike, duhî roja şemiyê 17-1-22011ê, biryar da ku êdî beşdarî di ...
Barzanî: Mafê çarenûs mafekê revayê gelê kurd e
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de bi kanala Elerebiye re çendîn mêjar û babetên girîng yên girêdayî bi Îraq û deverê şîrove kirin û ...
Amerîka û Îran dixazin Malikî bimîne
Berpirsekî pilebilind ê kurd li Bexdayê, diyar kir, di civîna Hewlêrê ya rayedarên Iraq û Kurdistanê de, behsa dûrxistina serokwezîr Nûrî Malikî ji kar hatiye ...