Malper | Polîtîk | Mistefa Oso bû sekretêrê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê

Mistefa Oso bû sekretêrê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê



Di kongirê xwe yê dawî de Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê sekretêrek nû hilbijart. Li gor agahiyên malpera KurdWatchê parêzer û çalakvanê mafê mirovan Mistefa Oso bû sekretêrê nû. Sekretêrê berê Xeyridîn Murad dimîne endamê komîteya navendî ya partiyê. Mistefa Oso serokê Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriyê (DAD) bû. Piştî hilbijartina wî wek sekretêrê Azadî wî dev ji serokatiya DAD berda. Parêzer û çalakvanê mafê mirovan Mihemed Xelîl wek serokê nû yê DAD hat hilbijartin.

Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê di 21ê gulana (May) 2005ê de ji partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê li jêr serokatiya Mistefa Cumaa û Partiya Çep a Kurdî li jêr serokatiya Xeyridîn Murad hatibû damezirandin.

Di cotmeha 2011ê de Mistefa Cumaa û hevalên xwe konferensek partiyê pêk anî û di encamê de Mistefa Cumaa bû sekretêr. Xeyridîn Murad û hevalên xwe hingî diyar kir ku ew ji bo konferensê nehatibûn vexwendin. Ji ber vê yekê ji hingî ve li Sûriyê du partî bi navê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê hene. (KurdWatch.Org)


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Şoreşa gelên Suriye sêwiye
Sekretêrê giştî yê NY Ban Kî moon dibêjit peyamên nexwşên tûndûtûjîyan ji Sûrîyê digehin û divê çend zûye hikûmet karekî bike bo rawestandina wan. Li heman ...
Em daxuyaniya "Parastina Nirxên Gel" red dikin
Daxuyaniya rewşenbîr û çalakvanên kurd ji Kurdistana Suriye...
26'ê Rêbendan
26'ê RêbendanDi sala 1953’yan û di rojekî wekê îroyê de Partiya Demokrata Kurd li Kerkukê Kongreya xwe lidarxist. Di kongreyê de Partiya Demokrara Kurd navê ...
Medya bi kurdî dengê miriya ye
Me wek malpera Mediakurd xwest mîna raportekê ji nûçeyên rengîn di derbarê kongireya Antalya yê hevrika Sûriyê, ji gelek malperan biweşînin, me gelek malperên ku bi kurdî weşanê dikin, şopandin. Me ji du malperan pêve nûçe di derbarê kongireya Antalya de nedîtin. Ew jî ev in:...
6'ê Avrêl
6'ê Avrêl Di sala 2005’an û di rojekî wekê îroyê de Serokê Yekîtiya Nîştimanê Kurdistan Celal Talabanî bû Serok Komarê Iraqê. Celal Talebanî (bi soranî: Celal Tallebanî, ...