Malper | Polîtîk | Davudoglu bersiva pirsên CHPê dide

Davudoglu bersiva pirsên CHPê dide

Ahmet Davutoglu




Di bersiva pirseke du parlamenterên CHPê de, ka gelo ji bona jinavbirina PKKê li bakurê Îraqê hikûmet çi dike? Ahmed Davudoglu Wezîrê derve yê Tirkiyeyê got:

- Jinavbirina PKKê li bakurê Îraqê ji bo me pirseke gelek giringe. Ji bona hevahengiya li dijî PKKê, peywendiyên me digel hikûmeta merkezî ya Îraqê û desthilata herêma Kurda berdewam in. Ji ber ku PKK zêdetir li deverên jêr kontrola herêma kurdên Îraqê deye, di ware tekoşîna li dijî PKKî zêdetir berprisiyarî dikeve ser milên desthilata herêma kurdan. Li ser vê pirsê me daxwaznameyek pêşkeşî berprisên desthilata herêma kurdan kiriye.

Davudoglu di bersiva pirsên parlamenterên grûpa CHPê de dibêje:

- Berpirsên desthilata herêma kurdan îşaret bi wê yekê kiriye ku ew nikarin kontrola hemû sînoran bikin, ew jî ji hebûna PKKê li wê herêmê dilgiranin. Ew serkirdên desthilatdariya herêma kurdan ku serdana Tirkiyeyê kirine, behsa wê yekê kirine ku, hebûna PKKê li nav axa Îraqê ziyanê digihîne pêwendiyên navbera Tirkiye, Îraq û desthilatdariya herêma Kurdan.

Davudoglu di berdewamiya axavtina xwe de dibêje ku hebûna PKKê zêdetir ziyanê digehîne kurdên Îraqê û Iraqiyan amadebaşiya xwe nîşan da ye ku li dijî PKK hevahengiyê bi Tikriyeyê re bikin.

Parlementerên CHPê Ali Riza Ozturk û Musa Çam bi rêya parlementoyê ev pirs radestî wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu kirîbûn.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Hemû hevdîtinên serok Barzanî yên li roja 21/09/2010 (video)

Îro sêşem 21/09/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Murat Özçelik Balyozê Tirkiye li Iraq û Aydin Selcen Konsolê Tirkiye li Herêma Kurdistanê kir....



Türker çawa behsa serdena xwe ya Kurdistanê dike
Muammer Türker waliyê Hekarî di civînekê de beşdarî kir û behsa serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir. Turker got:- Heftiya çûyê, bi serokatiya heyeteke ...
Pirsa dewleta kurdî bihara erebî ji herêmê dûr xistiye
Pispor û şarezayê peywendiyên navdewletî û mamosteyê zanîngehê Mensûr Akgun li gel rojnemevana Tarafê a naskirî Neşe Duzel hevpeyvînek kir. Di vê hevpeyvînê de Akgul ...
Preskonferensa serok Barzanî û Ahmet Davutoglu
Hêjayî gotinê ye ku di preskonferensa serok Barzanî û Ahmet Davutoglu wezîrê derveyê Tirkiyeyê de bi tenê alayê tikrî hebû û ev yek ji bo rojnamevanan bo cihê pirsê ka gelo çima bi tenê alayê Tirkiyeyê heye û alayê Îraqê nîne. Di vêçarçoveyê de Ahmet Davutoglu got ku tu sedemek jê re nîne eger hûn hez bikim niha em dikarn alayê îraqê deynin....
Divê Obama rewşê biguhere
John Hannah di kovara Foreign Policy de bi navê (Çi pêwîste Obama bêje dema serokê Kurdistanê serdana Ameêkayê dike) nivîsye û diblje ku divê Amerîka ...
Dema operasyonên derveyê sinor dirêj kirin
Operasyonên dervey sînor nakokî xistiye nava CHPêEve demeke li Tirkiyeyê minaqeşeya dirêjkirina dema operasyonên dervey sînor tê kirin û doh dengdan li ser vê mijarê ...