Malper | Polîtîk | Kerkûk pêşeroja têkeliyên tirk û kurdan diyar dike

Kerkûk pêşeroja têkeliyên tirk û kurdan diyar dike

Nur Batur



Rojnamevanê tirk Nur Batur di nivîseke xwe de ku li malpera rojnameya Sabah hatiye weşandin, behsa serdan axwe ya bo Hewlêrê dike û diyar dike ku,Hewlêr gelek bi lezgînî pêş dikeve, kompaniyên tirkî yek li pey ya din ber bi Hewlêr ve diçin û karê berhemaînê dikin,  Barzanî û Talebanî li vê herêmê desthilatdarin û dibe ku li vê herîmê guhertin û pêşhatên nû çê bibin:

Nur Batur dibêje:

- Du sal berê min serdana Hewlêrê kirî bû. Nuha careke din min serdana vî bajarî kir û ew pêşveçûnên berçav ên bajarê Hewlêrê min bi çavên xwe dîtin. Tiştek balkêşe, demeke dirêj Tirkiyeyê ew yek qebûl nedikir Celal Talebanî bibe serokomarê Îraqê û ew yek jî qebûl nedikir Mesûd Barzanî bibe serokê (herêma kurda)

- Lê pişt re pêngav bi pêngav Talebanî û Barzanî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qebûl kirin û têkeliyên wan bi lezgînî pêş ketin. Ev têkelî bûn sedema wê yekê ku berhemhênerên tirk beşdariyê di karê berkanînê de bikin û niha şûntiblên Tirkiyeyê li herêmê diyar in.

Rojnamevanê navborî di berdewamiya nivîsa xwe de behsa xebatên Tirkiyeyê ji bona pêşxistina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re û tirk û kurd di pêşerojeke hevbeş bigihîjin hev dike û dinivîse:

- Tirkiye roj bo rojê zêdetir dibe pasewanê kurdan û pêngavên mezin ji bo ku tirk û kurd di pêşerojele hevbeş de bigihîjin hev diavêje. Lê li pêşiya van têkeliyên xurt du giriftarîyên sereke hene.

Yek ji wan hebûna PKKê ye û ya din jî pirsa Kerkûkê ye. Pêşveçûnên herêmî wê yekê nîşan didin ku pirsa PKKê di sala 2012ê de yekalî dibe, lê pirsa Kerkûk hêşta nediyare kengî û çewa dê çareser bibe.

Nur Batur di nivîsa xwe de dinivîse ku kurd dixwazin Kerkûkê kontrol bikin, lê Amerîka û Tirkiye naxwazin kurd Kerkûkê bixin jêr hukimê xwe. Wesa diyare ku pêşeroja têkeliyên navbera tirk û kurdan pirsa Kerkûkê diyar dike.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Vekirina Konsolxaneya Amerîka li Kurdistanê (Video)

Rêwresma vekirina Konsolxaneya Amerîka li Hewlêra paytexta Kurdistanê...



Pêwistiya kurd û tirkan bi biratiyê heye
Rojnamevan Ebdulrehman Dîilipak di nivîseke xwe de li malpera Haber Vakti de weşandiye, behsa wê yekê dike ku Îraq ber bi parçebûnê diçe û rewşa ...
Preskonfrensa serok Barzanî li Tirkiyeyê
  Piştî bi dawî bûna civîn û hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Tirkiyeyê û BDPê re, duhî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hotêla Şeraton ya li ...
Hewlêr li ser rêya Dubayê ye
Rojnamevan Emek Kaplangil di nivîseke xwe de bi nave (Hewlêr li ser rêya Dubayê ye) ku di malpera Hurriyet de weşandiye, behsa serdana xwe ya ...
Kurdistan ji aliyê Tirkiye ve fermî tê naskirin
Rojnemavanê tirk Cemal Uşşak di nivîseke xwe de ku, di malperê Café Siyaset de weşandiye, behsa rastiya hebûna herêma Kurdistanê dike û dinivîse:- Berî her ...
Celal Talebanî û Evdillah Gul: Nerînên şaş…
   Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Iraqê (YNKê) Celal Talebanî, ji bo Zîrveya Hevkariya Aborî li Stenbolê bû. Nûçevanê NTVê û ...