Malper | Polîtîk | Çi nav li vê hovitiyê tê kirin? (Vîdeo)

Çi nav li vê hovitiyê tê kirin? (Vîdeo)

Balefirên dewleta tirk, Gundên Roboskî û Bêje yên nevçeya Qilebana girêdayî Şirnexê bombebaran kirin. Di encama vê bombebaranê de 36 gencên kurd hatin kuştin. Piştî vê bûyerê medya tirkî demekî bê deng ma û dan xuyakirin ku `` Ev kesên hatîn kuştîn bi ihtimala ku çekdarên PKK-ê ne hatine kuştin`` 

Medya tirk ma hêviya daxuyaniyek ji dewletê.  Daxuyaniya yekem ji serfermandariya hêzên çekdarên tirk hat. Di daxuyaniyê de gotin ku ev kesên hatîn kuştin ne gunduyên sivîlin çekdarên PKK-ê ne. Bi vê daxuyaniyê serfermadariya tirk komkujiya xwe piştrast kir.

Piştî demekî bi navê Ak Partiyê daxuyaniyek derket û cîgirê serokê Ak Partiyê Huseyîn Çelik got: Dibê ku ev qezayek ya operasyonê be. Eger xeletiyek, yan jî kêmasiyek hebe em çavê xwe jê re nagirin.  Cigirê serokê Ak Partiyê, da xuyakirin ku ev kesên hatîn kuştin ne bi zanebûn hatine kuştin xeletiyek çêbûye.

Lê gelek vekirî dixweyê ku, 35 gencên kurd, gundiyên sivîl bi zanebûn bûne armanca  balefirên dewletê.  Ev vekirî qirkirin e û bi armancek hovitî û zanebûn ev sivîl hatine kuştin. Li himber vê jî dewlet û hukumet berpirse.

Li gelek deverên Kurdistanê ev bûyera qirêj hate şermezar kirin. Lê polisa tehemûlê vê şermezariyê jî nekir û erîş birin ser xelkê.
Medya tirk cardin aliyê xwe yê nijadperestî da pêş û ji xeta dewletê derneket. Gerek kurd bi hemî awayî vê bûyera qirêj a nijadperestî şermezar bikin.

Herdema di derbarê pirsa kurd de bahsa avêtina gavek erênî bête kirin, bûyerek pêktê ku civat serû bin bibe da ku rojev bête guhertin.  Ev bûyer jî bi destê dezgehê dewletê yê herî bi bandor  bi destê serfermandariya Tirka hatiye kirin.

Navê kesên jiyana xwe ji dest dayîn:

Seyit Enç

Özcan Uysal (15)

Mehmet Encü

Nevzat Encü

Hamza Encü

Şervan Encü

Cemal Encü (15)

Osman Encü

Şivan Encü

Bilal Encü

Mehmet Ali Tosun

Nadir Alma

Mahsun Encü

Salih Encü

Hakiki Encü

Yüksel Ürek

Salik Ürek

Serhat Encü

Adem And

Savaş Encü

Selahattin Encü

Bedran Encü

Hüseyin Encü

Aslan Encü

Cevat Encü

Erkan Encü

Selman Encü

Orhan Encü

Fadıl Encü

Vedat Encü

Cihan Encü

Fikret Encü

Hüseyin Encü

Erkan Encü

Zeydin Encü

Çetin Encü.

Rojevakurd

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Metirsiya Asayişa Kurdistanê Berdewame (Video)

Di merasîmê de, Serokê Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê (APAHK) Mesrûr Barzanî û çend karbidestên hizbî û hikûmî amade bûn. ...



Ji bo zarokên Qilebanî mewlûd tê xwendin
Ji bo zarokên Kurdistanê yên ku di êrîşa hewayî ya Dewleta Tirkiyê de di dîroka 28.11.2011an de li gundê Roboskiyê hatine şehîdkirin; bi pêşengiya hin ...
Nama seydayê cegerxwîn ji parteyê kurdê roj ava re
Berya  nêzî 50 salî şandek ji kurdê rojava çun bajarê Halabê pîrozbaheya qunselxana turk kirin seyda çi ji wanre got, destê bi xwîna kurda büye sorçawa ...
Girtina generalan berdewam e
Di çerçova `` Doza balyozê`` de 3 efserên bilind yên li ser kar hatin girtin. wek tê zanîn ji berî niha demekî li Eskîşehirê di ...
Ji Müslüm Gürses stranên Kurdî!
Ji TRT Şeş ê Sûrprîza Eydê “Müslüm Baba!” TRT 6 ku piştî TRT 1 ê di nav kanalên TRT ê de xwedî raytînga herî mezin e, ...
Pisporên olî pirsa kurd gengeşe dikin
Li Diyarbekirê kesayetên olî wê pirsa kurd gengeşe bikin. Ozgur-Der, li Diyarbekirê civînekî amade dike û dê di vê civînê de wê pirsa kurd û ...