Malper | Polîtîk | Serokayetiya Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember rûdawên bajarê Şirnaxê derbirî

Serokayetiya Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember rûdawên bajarê Şirnaxê derbirî

Serokayetiya Kurdistanê li hember rûdawên bajarê Şirnexê dilgiraniya xwe derbirî û daxwaz ji PKK û Dewleta Tirkiye kir ku demeke zû de bi rêya guftûgoyê vê pirsê çareser bikin, ji ber ku bi rêya şer tu pirsgirêk nayên çareser kirin. Ev jî naveroka beyannameya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ye:

 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Li tixûb û sînorê parêzgeha Şirnaxê û bi sedema bombebarana balafirên cengiyên Tirkiyê hejmarek welatiyên sîvîlên Kurd bûne qurbanî. 

Ev di demek de dilgiraniya xwe li hember wê bûyera diltezîn radigihînin û heman demî de tekez li ser helwêstên xwe dikîn ku çend zutir rewş bi rêya aştî û siyasî bête çareserkirin baştire ji bo ku êdî xelkê sivîl û medenî rastî wê ziyana ku rûdayî nebin. Ji ber wê careke din daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê û PKK dikîn çareseriya vê rewşê de rêya guftûgo û diyalogê hilbijêrin, ji ber ku tu pirsgirêkek bi şer nayê çareser kirin. 

 

Her bi wê helkefta diltezîn sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê dikîn û ji xwedayê mezin jî hêvîdarîn ku cihê qurbaniyan bihûşta xwe ya fireh şad bike. 

 

Berdevkek bi navê

Serokayetiya Herêma Kurdistanê 

29.12.2011

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Weneyê Esad li Homsê şewitandin (Vîdeo)

Li bajarê Homsê weneyê serokê Sûrî Bişar Esad şewitandin...



Serokayetiya Kurdistanê ji bo pevçûna li Tirkiyê dilgiraniya xwe derbirî
Li dor wê pevçûna leşekrî ya ku di encamda çend leşker  hatine kuştin û birîmdar kirin, berdefkek li ser navê serokatiya herêma Kurdistanê ev daxuyaniya ...
Serokê Kurdistanê peyam a xemgînî û serexweşîyê rêkir
Mesud Barzanî Serokê Kurdistanê ji bo karesata bajarê Wanê li peyamek de hevxemiya xwe û gelê herêma Kurdistanê ji bo Abdullah Gul Serok Komar û Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiye derbirî ku eve jî naveroka wê ye:...
Hikûmeta Kurdistanê peyamên sersaxiyê ji Erdogan û Kaya re şandin
Bi minasebeta wê bûyera gelek xemgîn, erdheja  bajarê Wanê û derdûrên wê li bakûrê Kurdistanê qewimî, Berhem Salih  serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyamên sersaxiyê ji ...
Serok peyameke sersaxiyê ji serokê Filistênê re şand
Serokê herêma Kurdistanê bi minasebeta wefata birayê serokê Filistînê Mahmut Abas, peyamek ya serxweşiyê şand.Ev texta payama serokê Kurdistanê ye....
APHK: Divê Kerkûk aram be
Ajansa parastina asayişa herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de kirdarên terorane yên li Kerkûkê bi tundî riswa kir. ...