Malper | Polîtîk | Elawî: Eger Barzanî beşdar nebe em jî beşdar nabin

Elawî: Eger Barzanî beşdar nebe em jî beşdar nabin

Eyad Elawî

Parlamenterekî ser bi lîsteya Dewleta Yasayê ku, Nurî Malikî serokatiya wê dike, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, dawiya hefteya bê serkirdeyên İraqê li mala serokkomarê İraqê Celal Talabanî ya li Bexdayê dicivin.

Parlamenterê Dewleta Yasayê Îhsan Ewadî ji Xendan re got:

- Biryare piştî ku serokkomarê İraqê Celal Talabanî vedigere Bexdayê, di dawiya hefteya bê de serkirdeyên İraqê, bi mebesta dîtina çareseriyeke maqûl bo krîza siyasî ya welêt, li mala serokomar bicivin.

Ewadî da zanîn ku, ew civîn hewldaneke cidî dibe bo pêşwazîkirina destpêşxeriya serokkomarê İraqê Celal Talabanî ku, ji bo çareserkirina krîza siyasî ya İraqê ragehandibû.

Ewadî wiha got:

- Heta niha mijarên di civînê de bên nîqaşkirin nehatine diyarkirin, lê armanc ewe ku, derbarê nakokiyên siyasî de nerîneke hevbeş derkeve holê, bi taybetî helwestê  lîsta İraqiye ku, parlamento û hikûmet boykot kiriye û bûye sedema felcbûna hikûmeta hevbeş û yekgirtî.

Li dor vê civîn aku biryare di dawiya heftiya bê de li mala serokomar Talebanî bê kirin, Eyad Elawî serokê lîsteya Îraqiye got ku ew bi wî şertî dê beşdariyê di civînê de bikin eger serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beşdarî civînê bibe û got:

- Eger serkirdeyên îraqî hemû weke Barzanî, Sedir, Hekîm û ew serkirdeyên li dijî diktatoriyê berxwedane beşdarî civînê nebin, em jî beşdarî civînê nabin.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Şivan Perwer bersîva rexnegiran dide (Video)

Şivan Perwer bersîva rexnegiran dide...



ORSAM: Îraq ber bi parçebûnê diçe
Enadmê enstîtuya lêkolînên stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM), ku navenda wê li paytexta Tirkiyê Enqereyê ye, Çetiner Çetin diyar kir ku, şîeyên Iraqê bi helwestên ...
Talabanî û Qaddafî li Lîbyayê civiyan
Duh êvarê serokkomarê Iraqê Celal Talabanî tevî şandeyekê bi armanca beşdarkirina di civînên Lutkeya Erebî de gihîşte bajarÊ Sirtê ê Lîbyayê. Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî tevî ...
Talabani serdana Tirkiye dike
Serokkomarê Iraq a federel Celal Talabanî li gel şandeyek bilind îro serdana Tirkiye dike. Talabanî ji bo tevlî civîna 11-ê ya dezgeha hevkariya Abori bibe ...
Di derbarê hevdîtina Serok Barzanî û Serok Obama de daxûyaniya Koşka Spî
Koşka SpîSekreterê Ragihandina NivîsingehêDaxûyaniya RagihandinêCivîna Serokatî û Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistana IraqDoh 25/01/2010 Serok Obama li gel Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê hevdîtinek pêkanî ...
Talabanî Kilicdaroglu re civiya
Serokkomarê Iraq a federel Celal Talabanî li Yunanistanê li gel serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu hevdîtinek kir. Talabanî û Kiliçdaroglu di kongreya sosyalist enternasyonalê de ev ...