Malper | Polîtîk | Nêçîrvan Barzanî: Divê rijiyana vê hemû xwînê raweste

Nêçîrvan Barzanî: Divê rijiyana vê hemû xwînê raweste

 

Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di malpera xwe ya Facebookê de, peyameke hevxemî û sersaxiyê pêşkeşî malbatên qurbaniyên bombebarana gundê Roboskî li Qilebana girêdayî Şirnexê kir.

 Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe û sersaxiyê pêşkêşî  malbat, kesûkar, dost û hevalên qurbaniyên bombarana devera Şirnexê dike û diblje:

- Ez ji dil hevxemîya xwe  û sersaxiyê pêşkêşî malbat, kesûkar, dost û hevalên qurbaniyên bombarana devera Şirnexê dikim û hêviya sebr û hedarê ji bo wan dixwazim. Hêvîdar im ev musîbet û nexweşiya wan ya dawîyê be û cane qurbaniyan jî  yên ku, ji bo bidestxistina qûtê jiyana xwe ya giran bûne qurbanî, bi buhuştê şad bibe.

Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di peyama xwe de, ji bona ku dawî li van hemû derdeseriyan bê û rijiyana vê hemû xwînê rawest, careke din tekîdê li ser çareserkirina pirsa kurdî li bakurê Kurdistanê bi rêyên diyalog û aşitiyê dike û dibêje:

- Ketina ev qas qurbaniyan û rijiyana ev qas xwînê ku, encama şerekê bêhûde ye, careke din jî selimand ku divê li herêmê aştî û aramî bi cî bibe û hemû pirsgirêk bi rêyên siyasî û aştiyane çareser bibin, da ku dawî li van hemû derdeseriyan bê û rijiyana vê hemû xwînê raweste.


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Ciwan Haco & Hülya Avşar - Canê (Veger 2012)

Ciwan Haco & Hülya Avşar - Canê (Veger 2012)...



Parlamentoya Kurdistanê serdana Qilabanê dike
Parlamenterê Kurdistanê, Ehmed Wertî, diyar kir, şandeke parlamentoya Kurdistanê dê sibê serdana bajarê Şirnexê yê  bakurê Kurdistana  bike û sersaxiyê bide malbatên mexdûr ên komkujiya ...
Parlementerên Kurdistanê serdana Roboskî kirin
Şandek a parlementoya Kurdistanê serdana Roboskê kir. Şandek ku ji 9 parlementerên parlementoya Kurdistanê pêkdihat ji bo sersaxiyö li kes û karên qurbaniyên komkujiya Qilebanê ...
Şandek li ser navê Barzanî çû Qilebanê
Şandek ji Kurdistanê li ser navê serokê Kurdistanê bi serokatiya Parêzerê Duhokê de serdana devera QIlabanê kirin û beşdarî di taziya qurbaniyên komkujiya Qilebanê de kirin....
Nêçîrvan Barzanî Facebook a xwe vekir
Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê malperê xwe yê taybet li tora civakî a Facebooke vekir. Li gor kovara Sivîl, Nêçîrvan Barzanî çend wêneyên jiyana ...
Barzanî: Xwîna Nesredîn Berhik belaş naçe
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkeşî sekreter û endamên polîtbûroya Partiya Demikrata Kurd li Sûriyey û malbata Nesredîn Berhik kir. Serok Barzanî di peyama xwe ...