Malper | Polîtîk | FKKS qetlîama Robozkê mehkûm dike!

FKKS qetlîama Robozkê mehkûm dike!


Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) qetlîama arteşa Tirkiye ku di 28.12.2011ê de li bajarê Şirnexê li qezeya Qileban li gundê Robozkê rû da, bi tundî mehkûm dike. Bi bombayên balafirên wan 36 hevwelatîyên sîvîl jîyana xwe ji dest dan. Piraniya kuştiyan ji malbatekê ne û di temenê 15-20 saliyê de ne.


Em daxwaz dikin ku zûtirîn wext delegasyonek ji Swêd û komîsyonek bê teraf ya navnetewî here ciyê qetlîamê û vê bûyerê lê bikole.
Em bo şîna hevwelatiyên ku jiyana xwe ji dest dane, bo mehkûmkirina vê qetlîamê, bo sekinandina bombebaran, şer û kuştin dê 3 roj kincên reş li xwe bikin!
Pirsa kurd pirsekî siyasîyê bi bomba û şiddetê çareser nabe. Ev pirs divê zûtirîn wext bi riya aşitîyê bê çareserkirin.


29.12.2011
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Video: 'Şivan û Ciwan êdî kal in!'

Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Ewropa / hunermend Şivan Perwer û Ciwan Haco ji bo Mîşel Temo stranên xwe gotin....



FKKS: Li hember êrîşên Tirkiyeyê û Îranê bêdeng nemînin
Li gel êrîşên artêşa Îranê yên van hefteyên dawîn li ser dewerên Kurdistana Federe, ev çend roj in artêşa Tirkiyeyê jî bi balafirên şer herêma ...
Pîrozbayiya 30emîn salvegera FKKSê
Dawetname ji bo endamên kevn yên Komîteya Karger û Komîteya Giştî ya FKKSê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) 30 sal berê di gulana 1981ê de hatdamezirandin. ...
Rewresmek ji bo qurbaniyên erdheja Wanê
Rêzgirtin ji bona hevwelatiyên me ku li  Wan û Erdîşê di erdhêjîyî de jîyana xwe ji dest dane! Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) û Komîteya ...
Konferans bo nasandina jenosîda kurdan- Enfal!!
Dem: Yekşem, 13/3 -2011, Seat: 12.30, Cî: ABF Sveavägen 41- StockholmAmadekar:Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd ( FKKS )Îzahkirin û şirovekirina jenosîda kurdan Enfal zor e. ...
Xwepêşandaneke mezin li Swêdê tê amade kirin
Li dijî êrîşên balefirên şerî yên Tirkiyeyê û topbarana topxaneya komara Îslamiya Îranê bo ser gun û warên ser sînor li nav axa herêma Kurdistanê ...