Malper | Polîtîk | Mesrûr Barzanî: Pêwîste dengê çekan bê birîn û yê aşitiyê bê bilind kirin

Mesrûr Barzanî: Pêwîste dengê çekan bê birîn û yê aşitiyê bê bilind kirin

 

Mesrûr Barzanî endamê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê û serokê Parastinê di peyamekê de ku. Di malpera xwe ya Facebookê de weşandiye, êrîşa hovaneya balefirên şerî yên Tirkiyeyê bi ser gundiyên devera Şirnexê û kuştina 35 kurdên sivî şermezar û mehkum dike:

- Mixabin di saetên dawiyê yên sala zayînî de, xelkê sivîl û bêdesthilatê devera Şirnexê rastî êrîşeke neheq hatin û serê sibeha 29.12.2011ê di êrişeka balafirên arteşa Tirkiyeyê ya li ser hevwelatiyên gundê Robozkê û Bêjey li devera Şirnexê ku di encamê wê êrîşê de 37 hevwelatiyên kurdên sivîl şehîd bûn û nêzîkî 15 kesên din jî heta nuha bêserûşûn in. Em vê êrîşê şermezar û mehkum dikin û tu hêceteke bo êrîşkirina ser xelkê sivîl nayê qebûl kirin.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe bo malbatên qurbaniyên vê karesatê nîşan dide û hêvî dike ku evxema wan a dawiyê be. 

Endamê polîtbûroya KDP di berdewamiya peyama xwe de tekîdê li ser bilinkirina dengê aşitiyê, pêkvejiyanê û hevqebûlkiirnê dike:

- Pêwîste dengê şidetê û çekan bê birîn û dengê aşitiyê, pêkvejiyanê û hevqebûlkirinê bê bilind kirin û her bi vê rêyê tevaya gelên deverê dê ber bi pêşkeftin û jiyaneke xweş pêngavana pavêj in. 

Barzanî di dawiya peyama xwe de hêvî dike ku di pêşerojeke nêzîk de zimnaê aşitî û diyalogê bi ser zimanê çek û gefam de serbikeve.


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Çawa Serdeşt Osman kuştin eşkere dike (Video)

Kujerê Serdeşt Osman kuştinê eşekere dike ....



Parlamentoya Kurdistanê serdana Qilabanê dike
Parlamenterê Kurdistanê, Ehmed Wertî, diyar kir, şandeke parlamentoya Kurdistanê dê sibê serdana bajarê Şirnexê yê  bakurê Kurdistana  bike û sersaxiyê bide malbatên mexdûr ên komkujiya ...
Roboskê parlamento û serokwezîrê Îraqê dan axaftinê
  Fraksyonên parlamenterên kurd yên parlamentoya Iraqê kuştina 35 kurdên sivîl ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve şermezar kirin û daxwaz ji parlamentoyê kirin ku, piştevaniya hewlên ...
Serok Barzanî cejna Qurbanê pîroz kir
Bi minasebeta hatina cejna Qurbanê ya pîroz,  Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî  xelkê Kurdistanê, nalbatên serbilindên şehîdan, pêşmergeyê Kurdistanê û hemû partî û ...
Hevkarî komkujiya Qilebanê şermezar dike
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊEM KOMKUJIYA ŞÎRNEXÊ BI TUNDÎ RÛREŞ Û ŞERMEZAR DIKIN! Ji bo Raya Giştî: Mixabin, balafirên cengî yên ...
Nêçîrvan Barzanî: Hêvî dikim bihareke pir şadî û xweşî be
Nêçîrvan Barzanî berbijarê Partiya Demokrata Kurdistanê bo pêkanîmna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê, bi minasebeta hatina cenja Newrozê, cejna netweiya kurdî, bi rêya malpera xwe ...