Malper | Polîtîk | Sersaxî û şermezarî

Sersaxî û şermezarî

 

Mixabin êvara 28. 12. 2011an komkujiyên ku di welatên me de bûne pîşeyên adetî careke din li ser destê artêşê dubare bû. Em weku Komeleya Nûbiharê ji ber şehîdbûna wan ciwanên Kurd ên bêguneh li aliyekî de sersaxî li malbatên wan ên daxbar û gelê me yê sitemdîde dikin li aliyê din bikerên vê komkujiyê û temaşevanên wan ên bêdeng bi tundî riswa û şermezar dikin.

Ev kiryara dirindane; li dijî mafê mirovan, li dijî mafê welatîbûn û li dijî hemû pîvanên hiqûq û mirovahiyê ye, ji ber vê çendê ev komkujî bi hinceta qeza û şaşiyekê nayête qebûlkirin û bi vê helwestê tu kes nikare serê vê komkujiyê bigire. Ev bûyer û helwestên hukumetê careke din nîşan didin ku, çawa di jiyanê de di navbera welatiyên Turkiyeyê de wekhevî nîne, di mirinê de jî wekhevî nîne.  Lewra her kes dizane, eger kesên kuştî Kurd nebûna dê hukumet û raya giştî ya Turkiyeyê yekser dengên xwe bilind bikira û bi rojan şîn bigirta, lê ji ber ku qurbaniyên vê komkujiyê Kurd in di serî de hukumet û hemû kesên berpirsiyar li pey hincetên pûç û beredayî digerin û dixwazin vî gunehê mezin û giran li ber çavê xelkê biçûk nîşan bidin.

Em weku komeleya Nûbiharê van êrîşên bêperwa û polîtîkayên şerfiroşane bi tu awayî di berjewendiya gelên Tirk û Kurd de nabînin û bang li hukumetê dikin ku vê polîtîkaya xwe ya bêencam careke din di ber çavan re derbas bike û dawî li vê xwînrêjî û dijminahiyê bîne.

 

Komeleya Nûbiharê


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Komeleya Nûbiharê vebû
Komeleya Nûbiharê deriyê xwe vekirin. Serokê komeleyê parêzer M.Rauf Çîçek di resepsiyona vekirina komemeleyê de axaftinek kir. Çîçek di axavtina xwe de behsa armanca komeleyê kir. Di vekirina komeleyê de serokê bajarvaniya Diyarbekir, berûirsên partiyên siyasî û hinek parlementer jî amade bûn. Ev jî deqê axavtina serokê Komeleya Nûbiharê ye. ...
Şanda parlementoya Tirkiye li Roboskê bû
Îro Şanda parlementoyê ya lêpirsîna mafê mirovan ji bo lêkolînê di derbarê komkujiyê de bikin serdana gondê Roboskê kirin. Şanda parlementoyê li gel himayek leşkerî ...
Hevkarî komkujiya Qilebanê şermezar dike
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊEM KOMKUJIYA ŞÎRNEXÊ BI TUNDÎ RÛREŞ Û ŞERMEZAR DIKIN! Ji bo Raya Giştî: Mixabin, balafirên cengî yên ...
Hunermendên kurd komkujiya Qilabanê şermezar kirin
Hewlêr: Hunermenden kurd Canê, Kawa, Îmad, Melek, Bilind Îbrahîm û Çopî yên ku ji bo konsêrên alîkarîya Wanê hatibûn Hewlêrê komkujiya li Roboskiyê şermezar kirin.Hunermendên ...
Komeleya Nûbiharê panela Melayê Cizîrî
Komeleya Çand û Perwerdehiyê Nûbîhar, çalakiyê xwe yê çandî didomîne. Nûbihar îcar jî di derbarê mutasawûfê kurd Melayê Cizîrî de ku bi navê " Pîrê ...