Malper | Polîtîk | Kurd dê beşdarî civîna awarte ya aliyên siyasî bibe

Kurd dê beşdarî civîna awarte ya aliyên siyasî bibe



 Serokê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanê li parlamentoya Iraqê, Fuad Mesûm, diyar kir, kurd dê beşdarî civîna awarte ya çareseriya aloziyên siyasî yên Iraqê bibe.

Fuad MasumFuad Mesûm, ji AKnewsê re got, heke civîna awarte ya çareseriya aloziyên siyasî yên Iraqê bê sazkirin, kurd dê beşdar bibe.

Mesûm, diyar kir, bo amadekirina civînê, dê lêjneyek pêk bê.

Cîgirê serokê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî, Muhsin Seidûn, jî got, di heyama 2-3 rojên din de, dê cih û wextê civîna awarte ya aliyên siyasî yên Iraqê bê destnîşankirin.

Seidûn, da zanîn, tê payîn, civîn li Bexdayê bê lidarxistin û wiha pêde çû, beşdarbûna serokê herêmê di wê civînê de, girêdayî wê ye ku kîjan aliyên Iraqî beşdarî civînê bibin.

Tê zanîn, piştî vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê, nakokiyên navbera serokwezîr Nûrî Malikî û serokê lîsteya Iraqiye Eyad Ellawî kûrtir bûye. Her wiha, derxistina fermana girtina cîgirê serokomar Tariq Haşimî, bi tohmeta karên terorîstî, rewş aloztir kir.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Axaftina Serok Barzanî li roja aştiya cîhanî (Video)

Îro sêşem 21/09/2010 Serokê Herêma Kurdistanê li ahenga roja aştî cîhanî ragihand, ji bo gelê Kurdistanê şanaziye ku ji bo vê ahengê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê diyar kiriye, heman demî de got: Eger bi aştî nebê, tu pirsgirêkek nayê çareser kirin....



ORSAM: Îraq ber bi parçebûnê diçe
Enadmê enstîtuya lêkolînên stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM), ku navenda wê li paytexta Tirkiyê Enqereyê ye, Çetiner Çetin diyar kir ku, şîeyên Iraqê bi helwestên ...
Amerîka û Îran dixazin Malikî bimîne
Berpirsekî pilebilind ê kurd li Bexdayê, diyar kir, di civîna Hewlêrê ya rayedarên Iraq û Kurdistanê de, behsa dûrxistina serokwezîr Nûrî Malikî ji kar hatiye ...
Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr û Silêmaniyê reviyan
  Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr  û Silêmaniyê reviyan Firaksyona Îraqiye ku Eyad Elawî seroaktiya wê dike, duhî roja şemiyê 17-1-22011ê, biryar da ku êdî beşdarî di ...
Di 2 sal û 6 mehan de 140 civînê normal û awarte
Şêwirmendê serokê parlmentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, di heyama 2 sal û 6 mehên borî de, parlamentoyê bêtirî 140 rûniştinên asayî û awarte ...
Progrma serdana Erdogan bo Hewlêrê diyar bû
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Anadoluyê, serokwezîr Erdogan dê beşdarî merasîmên vekirinê yên konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê û balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê bibe...