Malper | Polîtîk | KADEP: Divê wezîrên navxwe û parastinê ji kar bên dûrxistin

KADEP: Divê wezîrên navxwe û parastinê ji kar bên dûrxistin

Nadir Yektaş



Cîgirê serokê giştî yê partiya demokrasiya beşdarker (KADEP) Nadir Yektaş, diyar kir, divê hikûmeta AKPê, wezîrên parastin û navxwe, ji ber bûyera Qilabanê ya Şirnexê ji kar dûr bixe.

nadiryektasCîgirê serokê giştî yê KADEPê, Nadir Yektaş, li avahiya partiyê ya Diyarbekirê, li bara kuştina 35 gundiyên sivîl li gundê Roboskî yê Qilabana Şirnexê ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyê de, civîneke çapemeniyê saz kir.

Yektaş, diyar kir, hikûmet û dijbere dixwazin bi “lêborînê”, vê yekê li ser xwe bavêjin û wiha got, “Serokwezîr bo bûyera Dêrsimê jî lêborîn xwestibû. Ji aliyek lêborîn tê xwestin, ji aliyên din ve jî, komkujî tê kirin.”

Nadir Yektaş, behsa şîretên Erdogan bo serokê Sûriyê kir û wiha axivî, “Tu ji Beşar Esed re dibêjî ‘zilmê li gelê xwe neke’, lê tu çima li welatê xwe karê antî-demokratîk dikî? Serokwezîr dibêje tu dewletek xelkê xwe nade ber topan. Lê bixwe jî ji ber ku dewletê xelk daye ber topan, lêborîn xwest.”

Cîgirê serokê KADEPê, ji hikûmeta AKPê xwest, wezîrên parastin û navxwe, ji ber ku berpirsên bûyera Qilabanê ne, ji kar bên dûrxistin û got, pirsa kurd bi Tirkiyeke federal tê çareserkirin.(AKnews)


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Axaftina Serok Barzanî li konferansa pêşxistina aştiya civakî û olî (Video)

Axaftina Serok Barzanî li konferansa pêşxistina aştiya civakî û olî (Video)...



KADEP, HAK-PAR û CHPê piştgirî dan agirbestê
Li Tirkîyeyê, Partîya Tevkarî û Demokrasîyê (KADEP), Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) û Partîya Gel a Komarê (CHP), piştgirî dan biryara dirêjkirina agirbesta KCK’ê.  Serokê giştî ...
Sîxurên MÎT-ê yên di nav KCK-ê de kîne?
Parlamenterê BDPê yê Diyarbekirê, Altan Tan, ji serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwest, li bara “sîxurên MÎTê yên nav KCKê de” daxuyanî bide.Altan Tan,  namyek ...
Parlamentoya Kurdistanê serdana Qilabanê dike
Parlamenterê Kurdistanê, Ehmed Wertî, diyar kir, şandeke parlamentoya Kurdistanê dê sibê serdana bajarê Şirnexê yê  bakurê Kurdistana  bike û sersaxiyê bide malbatên mexdûr ên komkujiya ...
Aqilê hevpar û pîvanên sereke yên têkoşîna hevpar
  Ji bo ku di pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de esasê xebateke hevpar ê kurdan bê avakirin û riya diyalogê bê vekirin, ...
Bozyel:Yekîtî tunebe, azadî û rizgarî jî çênabe
Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel, di salvegera damezrandina partiya xwe de peyamên yekîtiya neteweyî da û xwest hemû kurd di demeke kurt de yekîtiya ...