Malper | Polîtîk | Kerkûkî: Divê Tirkiye encamên lêkolînê eşkere bike

Kerkûkî: Divê Tirkiye encamên lêkolînê eşkere bike

Serokê parlamentoya Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbatên qurbaniyên karesata Şirnexê ku di encamê êrîşeke balefirên şerî yên leşkerê Tirkiyeyê de 35 kurdên sivîl û bêdesthilatê xelkê gundên Bêjî û Roboskê ser bi Şirnexê ve bûn qurnabî, dike.

Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê di peyama xwe diblje:

- Bi xem, kovan û dilgirabniyeke mezin ve me nûçeya êrîşa spêdeya roja 29.12.2011ê ya balefirên şerî yên Tirkiyeyê bo ser hevwelatiyên her du  gundên Bêjî û Roboskê ser r bi wîlayeta Şirnexê ve bihîst.  Di encamê wê êrîşê de 35 hevwelatiyên medenî yên kurd bûne qurbanî ku hindek ji wan di bin jiyê 18saliyê de ne û piraniya wan jî mervên hevin û ji yek malbatê ne, hijmareke jî birînda û bê şûnwar in.

Serokê parlamnetoyê bi vê minasebeta xemgîn sersaxiyê li yek bi yek malbatên qurbaniyan dike û hêviya çakbûnê jib o birîndara dike û dibêje:

- Di heman demê de vê kiryara leşkerî ku bûye sedemê vê komkujiyê bi kiryareke neqebûlkirî û bê hêcet û bi karesat dizainîn, bi rastî jî karesat e. Xelkî bi kom bikujî bêy ku tu tawan kiribin, bêy tu hêcetên qanûnî hebin, ji ber hindê em wê şermezar û mehkum dikin. Em hêvîdarin ku hikûmeta Tirkiyeyê zû lêpirsînê dest pê bike û encamên lêkolînê jî eşkere bike.

Kemal Kerkûkî di peyama xwe de tekîdê li ser rêyên aşitî û danûstandinê deke û dibêj:

- Bi vê xwîrijtinê careke din îspat bû ku bi rêyên leşkerî, şidetê û heyfhilandinê, ji har aliyekî be bila bibe,  tu pirsgirêk çareser nabin. Ji bilî karesat,  malwêraniyê, têkdana jiyana bi biratî û pêkvejiyana navbera tirk û kurdan û xelkê medenî, alozkirina giriftariyan û çêkirina kaosê li herêmê  tu berhemekî din nebûye û nabe. Li ser vî esasî vegeriyan bo diyalog, aşitî û demokrasiyê, bêdengkirina çekan, rawestandina operasiyon û êrîşan bi rêya herî baş ji bo çareserkirina pirsa kurdî û pêşxistina pirosesa vebûna demikrasîk li Tirkiyeyê dizanîn.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Qeyrana li Rojhilata Navîn û rewşa Kurdistanê

Di bernama Bergeh ya rêvebiriya rojnemevan Cemal Batun de, siyasetmedarê Kurd Dara Bîlek û nivîskar Keya Îzol qeyrana li rojhilata navîn û rewşa Herêma Kurdistanê dinirxînin....



Parlamentoya Kurdistanê serdana Qilabanê dike
Parlamenterê Kurdistanê, Ehmed Wertî, diyar kir, şandeke parlamentoya Kurdistanê dê sibê serdana bajarê Şirnexê yê  bakurê Kurdistana  bike û sersaxiyê bide malbatên mexdûr ên komkujiya ...
Hikûmeta Kurdistanê peyamên sersaxiyê ji Erdogan û Kaya re şandin
Bi minasebeta wê bûyera gelek xemgîn, erdheja  bajarê Wanê û derdûrên wê li bakûrê Kurdistanê qewimî, Berhem Salih  serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyamên sersaxiyê ji ...
Roboskê parlamento û serokwezîrê Îraqê dan axaftinê
  Fraksyonên parlamenterên kurd yên parlamentoya Iraqê kuştina 35 kurdên sivîl ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve şermezar kirin û daxwaz ji parlamentoyê kirin ku, piştevaniya hewlên ...
Nejdet Ozel: Em pêşbînî zivistaneke dijwar dikin
  Sererkanê arteşa Tirkiyeyê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Milliyet de dibêje ku, di  zivistana îsal de dê şer û pevçûnên dijwar di navbera sopayê ...
Serok Barzanî cejna Qurbanê pîroz kir
Bi minasebeta hatina cejna Qurbanê ya pîroz,  Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî  xelkê Kurdistanê, nalbatên serbilindên şehîdan, pêşmergeyê Kurdistanê û hemû partî û ...