Malper | Polîtîk | Hewlêrî bi hatina Nêçîrvan Barzanî kêfxweş in

Hewlêrî bi hatina Nêçîrvan Barzanî kêfxweş in

Nêçîrvan Barzanî qifla boriyên nefta Kurdistanê vedike/arşîv

Hevwelatiyên bajarê Hewlêrê bi hatina Nêçîrvan Barzanî weke serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kêfxweş in û di wê baweriyê de ne ku Nêçîêrvan Barzanî di ware îdarekirina welêt de tecrûbeyeke baş heye û ew dê gelek pirsgirêk, daxazên xelkê  û arîşeyan çareser bike.

Li gor peyamnêrê malpera Ruber ku li nav bajarê Hewlêrê geriyaye û li ser hatina Nêçîrvan Barzanî weke serokwezîrê Kurdistanê raya hevwelatiyên paytextê Kurdistanê wergirtine, eşkere bûye ku piraniay xelkê li benda wê rojê ne ku careke din Nêçîrvan Barzanî bibe serokê hikûmeta Kurdistanê.

Yek ji hevwelatiyan bi nave Karwan Salih (43) got ku, serdema kabîneya pencê ku Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmetê bû, bajarê Hewlêrê ji qonaxekê derbasê qonaxeke pir pêşkeftin û avadanîyê  kir. Salih got: “ Em bi hatina Nêçîrvan Barzanî kêfxweş in û Barzanî dikare vî bajarî û Kurdistanê bi giştî ber bi pêşve bibe û pirojeyên xwe yên berê timam bike.”

Şilêr Qasim (25)  got ku, Nêçîrvan Barzanî di rêvebirina hikûmetê de tecrûbeyeke zengîn heye û divê vê care zêdetir ji bona xweşiya jiyana hevwelatiyan bixebite. Şilêrê got: “Nêçîrvan Barzanî di gelek waran de ji bo çareserkirian arîşeyên jinan dixebitî. Li serdema kabîneya pêncê heta dereceyekê pirsa kareb û avê çareser bibû.  Nuha jî eger ew bibe serokê hikûmetê, ez bawer dikim ku ew pirsgirêkên hene dikare çareser bike.”

Hogir Miheme Emîn, xwendekarê zanîngehê,  kêfxweşiya xwe bi hatina Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya hikûmetê diyar kir û got: “ Di serdema serokwezîrtiya Nêçîrvan Barzanî de giriftariyên xwendekar û gêncan heta dereceyeke baş hatbûn çareser kirin. Pirojeyê akincîkirinê ku li serdema kabîneya pêncê dest pê kir bû baştirîn piroje bû û gelek xwendekar bi xêra wî pirojeyê bûn xwediyê xaniyên xwe, nuha jî ew dikare karên zêdetir bike û arîşeyên gêncan binbir bike.”

Piraniya mediyakarên bajêr jî di wê baweriyê de nek u di serdema kabîneya pêncê de a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî başitr alîkariya saziyê mediya û ragehandinê dihat kiirn û rewşa rojnamevanan jî baştir bû. 



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Pêncih sal Pêşmergayetî - Mesûd Barzanî (Video)

Pêncih sal Pêşmergayetî - Mesûd Barzanî (Video)...



Ji %88 piştgiriyê li kandîdadkirina Nêçîrvan Barzanî dikin
Di rapirsiyekê da ku li hersê parêzgehên herêma Herêma Kurdistanê (Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê) û Mûsil û Kerkûkê hatiye kirin, ji %88 ji xelkî wan ...
Nihêniya bawerî û piştgermiya gel bi Nêçîrvan Barzanî
Piştî  polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di roja 17ê vê mehê de, bi daxuyaniyekê  fermî îlan kir ku Nêçîrvan Barzanî ji bo wergirtina postê serokwezîrtiya ...
Pêwîste rêxistinên jinan û afretan di yek çeper de xizmeta jinan bikin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê doh li bajarê Hewlêrê pêşwazî li sekreter û komîteya kargerra nû ya Yekêtiya Afretên Kurdistanê kir. Di hevdîtinê ...
Nêçîrvan Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê
Cend deqîqe beriya nuha serokê kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîêrvan Barzanî, cîgirê wî Îmad Ehmed û wezîrên kabîneya nû ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ...
Merasîmek ji bo rêzgirtina Nêçîrvan Barzanî
Hewlêr - Hejmarek ji xwendevanên zankoyên herêma Kurdistanê îro merasimek rêzgirtinê, ji bo serokwezîrê berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî saz dikin. Serokê wezîrên berê yê Kurdistanê ...