Malper | Polîtîk | Barzanî û Lieberman tekîd li ser kongreyeke niştimanî kir

Barzanî û Lieberman tekîd li ser kongreyeke niştimanî kir

Îro sêşemiyê 03/01/2012ê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li Selahedînê pêşwaziya senatorê Amerîkayê Joseph Lieberman û şandeya li gel kir.

 

Di hevdîtinekê de, Barzanî û Lieberman bi têrûtije behsa pêvajoya îro ya Iraqê û ew tengasiyên siyasiyên ku ev demeke li Iraqê serîhildane, paşaroja pêvajoya siyasî,  arasteya rûdawan û nakokiyên di navbera her du lîsteyan, lîsteya Dewleta Yasa û lîsteya Iraqiye, îhmalkirina rola hindek pêkhatan di pirosesa siyasî de û senaryoyên piştî vekişana hêzên Amerîkayî hatine nirxandin.

Serok Barzanî helwesta herêma Kurdistanê bi eşkere li ser van pirs û sedeman ber çav kir. Herwesa serokê Kurdistanê tekîd li ser van xalan kir:

- Serokatiya siyasiya Kurdistanê li ser parastina tecrûbeya serkeftiya herêma Kurdistanê bi îsrar e.

- Gelek giringe nakokiyên siyasî li Îraqê zû bên çareser kirin.

- Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê û bi taybetî nakokiyên navbera lîsteya Dewleta Qanûnê û lîsteya Îraqiye divê kongreyeke niştimanî a berfireh bê           saz kirin.

- Parastina şirîkatiya rasteqîne di hikûmeta Îraqê û pirosesa siyasî de.

- Pabendbûn bi destûura bibgehîn a Îraqê.

- Cîbicîkirina rêkeftina Hewlêrê.

 Senatorê Amerîkeyê Joseph Lieberman piştevaniya xwe û senatorên amerîkayî ji bo serok Barzanî û hemû gelê Kurdistanê dûpatkir. Wî got ku ew xweşhalin bi pêşketin û geşbûnên herêma Kurdistanê û Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê  bi sozên xwe yên beramber bi herêma Kurdistanê pabende û hêvî xwest ku, di paşarojê de Amerîka pêwendiyên xwe di hemû waran de digel herêma Kurdistanê ku, di berjewendiya her du aliyan de bin, zêdetir pêş bixe.

 Her di vê hevdîtinê de rewşa îro ya rojhilata navîn hate nirxandin û tîşk xistin li ser pêvajoya hinek ji welatên navçeyê û bi taybetî rewşa Sûryeyê hat nirxandin.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li Wanê çadir şevitî du zarok mirin (Vîdeo)

Rojane li Wanê û derdora Wanê nûçeyên ne xweş tên. Xelk tirsa mirinê di bin xaniyan de nikarin bimînin. Gelek kesan Wan terikandiye. Yên mayîn jî beşek di çadiran de ne û beşê din jî bi imkanên xwe ji xwere ji naylona çadir çêkirine . Jiyan li Wanê gelek dijwar e zivistan û serma zora xelkê dibe. Şevîdin jî li gundek yê Wanê agir bi çadirekî ket û çadir şewitî. Du zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Bahar Tolokan 12 salî û birayê wê IsmailTolokan jî 6 salî bû. Herweha Mikail Tolukan (12) salî û Kerem Tolukan (2) salî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxanê lê rewşa wan ne başe. ...



Bi her du senatoran re rewşa kurdên rojava gotûbêj kir
  Şandeya herêma Kurdistanê ku, ji Fuad Hisên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê fermangeha pêwendiyên derveyê hikûmeta herêma Kurdistanê  pêk dihat, di ...
Obama serkeftina kongreya PDK-ê pîroz kir
Duhî sêşem 21/12/2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li James Jeffery balyozê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê û general Lloyd Austin fermandarê hêzên wî ...
Barzanî pêşwaziya Mc Cain kir
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Kongresa Emerîka kir...
Pêwîstiya DYAyê bi stratejîyeke nû li hemeber Suriyê gelek cidiye
Digel berdewambûna xwenîşandanên hevwlatiyan li dijî desthilata Suriyê, Di daxuyaniyeke hevbeş de du senatorên amerîkî daxazê ji îdareya Qesra Sipî dikin ku Amerîka di stratejîya ...
Serok Barzanî û Joseph Biden li Îtalyayê rewşa Îraqê nirxand
Li Îtalyayê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêwendiyekî telefonî ji Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê wergirt. Serok Barzanî û cîgirê serokê Amerîkayê bi rêya peywendiya ...