Malper | Polîtîk | Paul Bremer: Îraq dibe sê parçe

Paul Bremer: Îraq dibe sê parçe

Îraq dibe sê parçe

Di van rojan de mediya amerîkayî gelek behsa Îraq piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê dike û piranî di rapor û analîzên xwe de li ser yek xalê hevdigirin ku ew jî Îraq bo sê parçeyan de dabeş dibe, di navbera şîye, sunne û kurdan de parçe dibe.

Li gor hakimê medeniyê yê Îraqê yê berê Paul Bremer, piştî vekişîna hêzên Amerîkayî ji Îraqê, Îraq dê bo sê dewletên biçûk de parçe bibe û îhtîmalên şerekî herîmî li deverê heye.

Bremer ku, piştî azadkirina Îraqê yekem hakimê medeniyê Îraqê bû, dibêje ku, Amerîkayê şaşiyek mezin kir hêzên xwe ji Îraqê vekişandin û bi dijwarî serokê Amerîkayê Barzak Obama rexne dike. 

Bremer dibêje ku,  Îraq dinav nakokiyan de xendiqiye û dê Amerîka mecbûr be  bi awayekî dijwartir kar bike da ku arîşeyên navxweyî yên Îraqê çareser bike.

Paul Bremer dibêje ku ji ber sê sedeman divya bû Amerîka hêzên xwe ji Îraqê nekişana:

- Arteş û hêzên amnî yên Îraqê îmkanên berhingarbûna tehdîdên emnî nine.

- Hebûna hêzên amerîkayê li Îraqê nîşan awê yekê bû ku Waşîngton giringiyê bi guhertinên siyasî li herêmê dide.

- Dewletên cîran û herêmî, derketina Amerîkayê ji Îraqê wusa dinirxînên ku Waşngtonê dest ji Rojhilata Navîn ber da û êdî giringiyê bi wê deverê nade.

Bremer behsa hebûna 300 rahênerên amerîkayî li Îraqê dike û dibêje ku hebûna wan 300 rahêneran, ji bo berdewamiya peywendiyên siyasî û hevahengiya emnî û leşkerî di navbera Waşîngton û Bexdayê de derfeteke.

Yekemîn hahikimê medenîyê Îraqê tekîd dike ku di pêşerejeke nêzîk de Îraq bo sê dewletên biçûk dabeş dibe û şerê navxweyî jî dest pê dike.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Sefera Noel û Celadet Bedirxan ya Kurdistanê

Li Bernameya Dîroka Me ya televizyona KURD 1 de Malmisanij di derbarê sefera serbazê Britanî E. W. C Noel û Mîr Celadet Bedirxan ya Kurdistanê û di dîroka dema nêzîka Kurdistanê de zanyariyên nû pêşkêş dike...



Obama: Operasyonên me yên leşkerî li Iraqê neman Serokê Amerîka Barak Obama ragihand, ku êdî operasiyonên wanên leşkerî li Iraqê neman û dê di dawîya vê mehê de, erkên hêzên Amerîka li Iraqê ...
Graham: Eger Amerîka ji Îraqê derkeve, Îraq dibe dojeh
Senatorekî amerîkî di daxuyaniyeke xwe de bo CBS tekîd li ser wê yekê kir ku eger hêzên Amerîkayê ji Îraqê vekişin, dê Îraq bibe dojeh.Siyasetmadarê ...
Siyaseta DYA li Iraqê zelal dibe
Qesra Sipî ragihand ku, wê serokê Amerîka Barak Obama di dawîya vê mehê de gotarekê di derbarê rewşa Iraqê de pêşkêş bike... ...
Obama çû Afganistan lê Karzai nedît
Serokê Amerîka Barak Obama çû Afganistanê, belê serdana serokê vî welatî nekir. Hate ragihandin ku bi telefonê li gel hev axavtine. Serokê Amerîka di vê ...
Obama dixwaze 10.000 leşkerên Amerîka li Iraqê bimînin
Çend çavkaniyên Amerîkayî diyar kirin ku, Serokê Amerîkayê Barack Obama pêşniyarek pêşkêşî Rayedarên Hikûmeta Îraqê li dor meseleya hêzên Amerîkayê kiriye.Li gorî çavkaniyên han Obama ...