Malper | Polîtîk | Heta payîzê PKK ji çîya tê xwar

Heta payîzê PKK ji çîya tê xwar

Avni Ozgurel

Rojnamevan Awnî Ozgurel ji NTV re axivî û got ku ew guhertinên li deverê dibin dê PKKê neçar bike ku rêya çareseriya pirsgirêkan qebûl bike û got:

- Pêşhatên deverê PKKê neçar dikin ku rêya çareserkirina pirsgirêkê qebûl bike. Vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê û revîna Tariq Haşimî (cîgirê serokomarê Îraqê) wusa kir ku Tirkiye bibe hêza herî xurt û êkane ku Barzanî baweriyê pê bike, ji ber hindê jî Barzanî naxwza Tirkiye dilgiran bibe û dê hewil de Qendîlê eyar bike da ku Qendîl nekare Tirkiyeyê narehet bike.

Li gor Awnî Ozgurel pêşhatên deverê wê yekê nîşan didin ku Barzanî amadeye hevahengiyê digel Enqereyê bike û daxwazên Tirkiyeyî cîbicî bike.

Awnî Ozgurel di axavtina xwe ya digel NTV dibêje ku pirosesa vekirina demokratîk li havînê careke din dest pê dike û nagihîje payîzê dê çekdarên PKKê ji çiya bêne xwarê.

Ozgurel got:
- Ez dixwazim wê yekê jî bêjim ku Ocelan dikare hindek pirsan çareser bike çunkî hindek ji pirsan bi îradeya wî çareser dibin.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Serok Barzanî li gel xelkê devera Soran 20.09.2011 video

Serok Barzanî li gel xelkê devera Soran 18.09.2011 Naveroka axaftina Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel xelkê devera Soran...



Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî
Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî Li gor hin çavkaniyan Enqere daxaz ji Amerîkayê kiriye ku bi a serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî neke û her karekê ...
ORSAM: Îraq ber bi parçebûnê diçe
Enadmê enstîtuya lêkolînên stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM), ku navenda wê li paytexta Tirkiyê Enqereyê ye, Çetiner Çetin diyar kir ku, şîeyên Iraqê bi helwestên ...
Du mehe sefîrê Tirkiyeyê nikare Malikî bibîne
Berî heyamekî di navbera serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan û serokwezîrê Îraqê Malikî de şeredaxuyanî hebû û wê yekê wusa kir ku alozî di navbera Bexda û ...
Parastina jiyana Haşimî ji bo Erdogan giring e
Piştî serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî êrîşên xwe bo ser cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî berfirek kirîn, Enqer deriyên xwe ji bo pêşwazîkirin û parastina Tariq ...
Cangizbay: Yên ku li Qendîl in hevwelatî û birayên min in
Piştî pilana nû a hikûmeta Tirkiyeyê a ji bo  çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê hatiye eşkere kirin, bi awayên cuda ew pilan tê nirxandin. Profesor ...