Malper | Polîtîk | Kerkûkî: Bûyera Roboskê wîjdana hemû mirovdostan hejand

Kerkûkî: Bûyera Roboskê wîjdana hemû mirovdostan hejand

Ayden Selcen û Kemal Kerkûkî

 

Kekmal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê duhî, roja çarşemiyê 04.12.2012 li ofîsa xwe ya tyabet li avahiya parlamentoya Kurdistanê pêşwazî li Aydin Selcen konsulusê konsulxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê kir.

Di dîdarekê de, serokê parlamentoya Kurdistanê behsa kuştina 35 hevwelatiyên sivîl yên kurd xelkê Roboskê li wîlayeta Şirnexê ku ji aliyê balefirên şerî yên Tirkiyeyê ve hatbûn kuştin kir û got:

- Parlamentoya Kurdistanê li hember wê bûyera xemgîn dilgirane û wê kiryara balefirên leşkerî yên Tirkiyeyê li dijî hevwelatiyên sivîl xelkê gundê Roboskê sermezar dike. Parlamentoya Kurdistanê ji bilî nîşandanan hevxemiyê herwesa daxazê ji hikûmet û aliyên peywendîdarên Tirkiyeyê edike ku lêkolînê bikin û ji bona ku di pêşerojê de bûyerên bi vî awayî  dubare nebin pêngavên cidî pavêje.

- Canjidestdana her mirovekî bi neheqî, ji çi netewe, ol û li ser çi bîrûbawer be bila bibe, tawane û cîyê dilgiraniyê ye. şehîdkirina wan hevwelatiyên sivîl û bê tawan ku mijûlî peydakirina qutê xwe yê rojane bûn û bi sadetirîn jiyan dirazîbûn,  wîjdana hemû mirovdostan hejand û ez bawernakim  ku berprisên Tirkiyeyê jî bi vê bûyerê dilgiran ne bibin. Kiryarên bi vî awayî di berjewendiya tu aliyan de nînin.

Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê di dîdara digel konsulusê Tirkiyeyê, helwesta herêma Kurdistanê dubare kir û got ku bi şer û şidetê tu carî pirsgirêka li Tirkiyeyê nayê çareser kirin û pêwîste pirsa kurd li Tirkiyeyê bi piroseyeke demokratîk bê çareser kirin, serdema desr birin bi çekî û bikaranîna ûiedtê bo çareserkirina pitsgirêkan çû.

Ji aliyê xwe ve Aydin Selcen konsulusê konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê sipasiya hevxemî û dilgraniya serokê perlamentoya Kuridstanê ya li hember bûyera Roboskê kir û got:

- Serokkomar. Serokwezîr û berprisên bala yên Tirkiyeyê jî li hember wê bûyerê dilgitan û xemgîn in. Berpirsên bala yên Tirkiyeyê di daxuyaniyên xwe de ev yek eşkere kirye û lêkolîn li ser wê bûyerê berdewm e, û li gor qanûnê dê tezmînat ji xêzan û malbatên şehêda re bê dayîn.

Selcen got jî ku tu kes bi wê yekê re nine ku lêkolîna derbareyê wê bûyerl bê gîrokirin û pêwîste sedemên wê eşkere bibin.

 

Civîna serokê parlamentoya Kurdistanê digel konsulusê Tirkiyeyê

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Pirsa kurd û şerê PKK û Tirkiye

Nivîskar û siyasetmedar Dara Bilek û Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso TV de , di rêberiya rojnemevan Cemal Batun de pêşketinên dawî ya rojhilata navîn û pirsa doza Kurd û li van pêşketinan de rewşa Herêma Kurdistan û Tirkiyê dinirxînin....



Roboskê parlamento û serokwezîrê Îraqê dan axaftinê
  Fraksyonên parlamenterên kurd yên parlamentoya Iraqê kuştina 35 kurdên sivîl ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve şermezar kirin û daxwaz ji parlamentoyê kirin ku, piştevaniya hewlên ...
Barzanî beşdarî merasima damezrandina Tirkiyeyê bû
Bi Beşdariya Serok Barzanî 87Mîn Salvegera Damezrandina Komara Tirkiyeyê Hate Pîroz Kirin...
Parlamentoya Kurdistanê serdana Qilabanê dike
Parlamenterê Kurdistanê, Ehmed Wertî, diyar kir, şandeke parlamentoya Kurdistanê dê sibê serdana bajarê Şirnexê yê  bakurê Kurdistana  bike û sersaxiyê bide malbatên mexdûr ên komkujiya ...
Feridun Sinirlioğlu cîgirê wezîrê derveyê Tirkiyeyê li Hewlêrê ye
Bi armanca zêdetir xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê, îro piştî nîvro Fereydon Feridun Sinirlioğlu cîgirê wezîrê derveyê Tirkiyeyê bi serokatiya şandeyeke mezin bi ...
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 88saliya Tirkiyeyê birê ve çû.
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî merasima 88saliya komara Tirkiyeyê birê ve çû. Bi minasebeta 88saliay komara Tirkiyeyê, Konsolxaneya Tirkiyeyê ya  li Hewlêrê, Îro li bajarê Hewlêrê merasimek ...