Malper | Polîtîk | Yawer: Tu çekdar di riya Kurdistanê re derbasî Sûriyê nebûne

Yawer: Tu çekdar di riya Kurdistanê re derbasî Sûriyê nebûne

Cebar Yawer

 

Cebar Yawer berdefkê wezareta pêşmergeyê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de barsiva nûçe û îdîyayên rojnameyên erebî da û ew   nûçe û îdîyayên hinek rojnameyên erebî  ku, dibêjin komek çekdarên opozisyona rejîma Sûriyê piştî dîtina perwerdeya leşkerî di riya Herêma Kurdistan, Îran û Tirkiye re derbasî Sûriyê bûne, direw derxistin.

Yawer diyar kir ku, ew nûçe rast nînin û helbet ev nûçe  tenê ne got-gotik in, lê hinek dixwazin bi van nûçeyên derew, navê Herêma Kurdistanê xerab bikin. 

Berdefkê wezareta pêşmerge got:

- Tu liv û tevgerek leşkerî di riya sînorê me, herêma Kurdistan,  digel Sûriye yan Îran û Tirkiyê re rû nedaye û tu agahiyek li ser vê yekê negihîştiye me û ev nûçe jî nerast in. 

Li dor helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê li hemebr şoreşa gelên Sûriyeyê jî, Cebar Yawer got ku,  hikûmeta herêmê pişta daxwaziyên demokratîk û aştiyane yên gelê Sûriyê digire, lê herêma Kurdistanê  tu wextî rêkeftinên navdewletî û qanûna sînoran binpê nake û destê xwe naxe nav karên tu welatekî de:

- Li gor destûra dewleta federalî ya İraqê, hikûmeta herêma Kurdistanê nikare rasterast arîkariya leşkerî ligel tu welatekî cîran bike. Ji ber ku destûr di maddeya 110ê de meseleya rêkeftina siyasîkirina welatê İraqê ligel welatên cîran têxe deshilata siyadî (merkezî) de. Hikûmeta federalî ya İraqê dikare rêkeftinên ewlekarî yan leşkerî ligel welatên cîran û cîhanê îmze bike. Ji ber vê yekê hikûmeta herêma Kurdistanê ligor yasa û destûrê nikare tu hemahengî, hevkarî, karên hevbeş, çalakiyên leşkerî yên hevbeş û arîkariya ewlekariyê ligel tu welatekî cîhanê bike


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Civîna rojnamevaniya Serokê Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Îtalya (Video)

Îro 04.10.2010 li Roma ya paytexta Îtalyayê û li avahiya Wezareta Derve Franco Fitti Wezîrê Derveyê Îtalyayê pêşwaziya rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir....



Yawer: Hewildan bo azadkirina du pêşmergeyan berdewam in
Wezareta pêşmergeyan cihê girtina 2 pêşmergeyan a li Sûriyê eşkere dike û bi nivîsekî fermî bi rêya wezareta parastin û wezareta derve yên İraqê daxwaz ...
Yawer:Em bi tu awayî beşdariyê li gel leşkerên Tirkiye nakin
Bêjedarê bi navê fermandarîya hêzên parastina herêma Kurdistanê Cebar Yawer da xuyakirin, ku hêzên parastina tixûbê herêma kurdistanê (pêşmerge) beşdarî di operasiyonên Tirkiye de yên li dijî PKK-ê nekirine û dê beşdarîyê jî nekin. Cebar Yawer da xuyakirin, ku ti rêkevtin di navbera wan û Tirkiye de jî, di derbarê vê pirsê de nîne. ...
Wezareta pêşmerge dê ji 16 lîvayan pêk bê
Berdevkê wezareta pêşmerge yê Kurdistanê Caber Yawer duhî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dê di destpêka meha dahatû de malpereke taybet bi wezareta pêşmerge ...
Hêzên pêşmerge têkilî bi rewşa ser sinor re nîne
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku cîhkirina lîvaya 7-ê ya pêşmerge li navçeya Hacî Umranê û rêxistina hêzên pêşmerge, ...
Gates: Amerîka bi çavekî dostane berê xwe dide Kurdistanê
Di çarçoveya serdana xwe ya bo İraqê de, wezîrê parastinê yê Amerîka Robert Gates îro gehişte paytexta herêma Kurdistanê û li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê ...