Malper | Polîtîk | Terefdarî zererê dighîne aramiya Kurdistanê

Terefdarî zererê dighîne aramiya Kurdistanê

 

Çavdêrên rojavayî rola navçîtîkirinê ya kurdan di wê kirîza ku niha di navbera Şîye û Sunniyan de li Iraqê derketiye, ji bona parastina aramiya Kurdistanê, giring dibînin. Lê di heman demê de di wê baweriyê de ne ku, nîşandana alîgiriyê bo her alîyekî, dibe ku zererê bide aramiya Kurdistanê.

Piştî biryara hikûmeta Iraqê derbarê girtina cîgirê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî, bi tometa ku hevkariya çalakiyên terorîstî kiriye, piraniya lîderên Sunnî yên Iraqê wiha li wê tometê nerîn ku pîlaneke hikûmeta Malikî ye ji bona lawazkirina rikberên xwe yên siyasî piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê. 

Li gor raporan berpirsên bilind ên amerîkî daxwaz ji herdu lîderên kurd, serokkomar Talebanî û serokê Kurdistanê Barzanî kirine ku hewldana komkirina aliyên siyasî bidin û ji nêzîk ve gotûbêjan bikin, da ku çareseriyekê ji vê kirîza nû re bibînin.

Bi baweriya lêkolerê siyasî li peymangeha Washington bo siyasetên Rojhilata Navîn Michel Night, divê kurd rola navçîkar bilîzin û piştgiriya alîyekî taybet nekin:

- Divê kurd rola xwe ya vêga bidomînin ku rola navçîtîkirinê ye, tenê ev sûdê dide kurdan, çunku kurd hertim weke faktorên aramiya Iraqê hatine dîtin.

Berî çend rojan, gotegot belav bûn ku çend aliyên îraqî berpirsên îranî dîtine, bi mebesta dîtina çareseriyekê bo kirîza niha ya Iraqê. Li gor raporeke ajansa nûçeyan a Frensayê AFPê, jêderekî nêzîk ji Malikî ku nexwestiye navê wî bê kifşkirin, ragihandiye ku, aliyên îraqî pêwendî ligel Îranê kirine da ku rola navçîkar bilîze. Lê hewldanên navçîtîkirinê ji ber îsrara serokwezîr Nûrî Malikî ku ne amade ye here tu civîneke aliyên siyasî heke li derveyî Bexdayê be, rastî astengan tên.

Mamosteyê zanistên siyasî li zanîngeha Duke ya amerîkî Dr. Peter Fiver di wê baweriyê de ye ku piştgirîkirina kurdan li alîyekî kêşeyê, dibe ku bandoreke xirab li ser ewlehiya Kurdistanê bike:

- Bi baweriya min piştgirîkirina her alîyekî ji aliyê kurdan, dibe ku zererê bide kurdan, ji ber ku piştgirîkirina Şîeyan, dibe ku grubên tundrew yên nêzîkî erebên Sunnî aciz bike û kar bikin bona têkdana rewşa Kurdistanê. Wekî din jî piştgirîkirina Sunniyan, dibe ku Şîeyan û Îranê aciz bike ku, bandoreke xirab li ser Kurdistanê dike. (Rûdaw)


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Em Helebçe ji bîr nakin

16-ê Adarê sala 1988, rojek tarî di dîroka neteweya kurd de, rojek bi xwîn rupelek reş di dîroka cîhanê de,rojek şermezariyê ji bo mirovatiyê. Helebçe bajarê Başûrê Kurdistanê hate şehîd kirin. Em îro 16-ê Adarê sala 2010-ê vê roja di rûpelek reş di dîroka mirovatiyê de,bîr tînin, bi hêviya rojek ji rojan tawanên din bi vê hovîtiyê dijê milletê kurd, dije tu kesekî din dijê mirovatiyê cardin newe kirin. ...



Kerkûkî: Tehamûl nemaye
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî ragehand ku niha dema xwepêşandan û daketina ser cadeyan e bo cîbicîhkirina madeya 140ê ya destûra İraqê û got: ‘’Çênabe êdî di mijara cîbicîhkirina madeya 140ê de em sebrê bikin.’’ ...
Peyama Barzanî
Peyama Barzanî ya Newroza îsal, peyama kesê yekem ê vî welatî bû û bêtir ku berê wî li civaka Kurdistanê be, nameyeke vekirî bo Nûrî ...
Amerîka û Îran dixazin Malikî bimîne
Berpirsekî pilebilind ê kurd li Bexdayê, diyar kir, di civîna Hewlêrê ya rayedarên Iraq û Kurdistanê de, behsa dûrxistina serokwezîr Nûrî Malikî ji kar hatiye ...
Kurdistan û serxwebûn
Ragihandina serxwebûna Kurdistanê pirsek rojane ye Piştî biryara girtina cîgirê serokkomarê Iraqê ji aliyê dadgeha Bexdayê û bûyerên pêkhatîn rewşa Iraqê kete di pêvajoyek nû de. ...
Barzanî pêşwaziya Mc Cain kir
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Kongresa Emerîka kir...