Malper | Polîtîk | Goran: Nêçîrvan Barzanî dikare daxwazên opozisyonê bi cî biek

Goran: Nêçîrvan Barzanî dikare daxwazên opozisyonê bi cî biek

Bo cara yekem Tevgera Goranê bi eşkereyî geşbîna xwe bi vegera Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê bo serokatiya hikûmeta Kurdistanê diyar ki û tekîd jî li wê yekê kir ku Nêçîrvan Barzanî dikare daxwazên opoziyonê bi cî bîne.

Burhan Reşîd endamê parlamentoya Kurdistanê ser bi lîsteya Tevgera Goranê û endamê serolatiya Goranê, li ser meseleya beşdarîkirina opozisyonê di hikûmeta bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, di daxuyaniyekê de got ku heta nuha ji %100 yekalî nebûye ka dê Nêçîrvan Barzanî serokatiya hikûmetê werbigire yan na:

- Lê belê di wî warî de geşbînimm ku eger Nêçîrvan Barzanî bibe serokwezîr dê aliyên opozisyonê beşdariyê di hikûmetê de bikin. Ez wusa hest dikik ku dê beşdariyê bikin. Ji ber ku, Nêçîrvan Barzanî eger bibe serokwezîr dikare gelek ji daxwazên opozisyonê cîbicî bike.  Ji ber hindê ez geşbînim eger Nêçîrvan bibe serokwezîr dikare digel aliyên opozisyonê bigihîje rêkeftinekê.

Parlamenterê Tevgera Goranê di berdewamiya axaftina xwe de ji Seher TV re got ku tişteke normal e eger opozisyon beşdariyê di hikûmeta bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de bike.

Weke tê zanîn beriya nuha jî serokê tevgera Goranê digelek daxuyaniyên xwe de tekîd kiriye ku her hikûmeteke daxwazên opozisyonê cîbicî bike ew amaden piştgiryê lê bikin û hevkariyê pê re bikin.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Hemû hevdîtinên serok Barzanî yên li roja 20/09/2010 (video)

Hemû Hevdîtinên Serok Barzanî yên li roja 20/09/2010 bi video û bi nivîs...



Nêçîrvan Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê
Cend deqîqe beriya nuha serokê kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîêrvan Barzanî, cîgirê wî Îmad Ehmed û wezîrên kabîneya nû ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ...
Kurtejiyana Nêçîrvan Barzanî
Bi minasebta ku careke din Nêçîrvan Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê û duhî li parlamnetoya Kurdistanê sûnda qanûnî xwar, rojevekurd kurtejiyana wî belav dike: Kurtejiyana serokwezîrê Kurdistanê ...
Ji %88 piştgiriyê li kandîdadkirina Nêçîrvan Barzanî dikin
Di rapirsiyekê da ku li hersê parêzgehên herêma Herêma Kurdistanê (Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê) û Mûsil û Kerkûkê hatiye kirin, ji %88 ji xelkî wan ...
Nêçîrvan Barzanî: Goran ne opozîsyneke pozîtîv e
Serokê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Tevgera Goran ew derfet ji dest da ku bibe opozîsiyonek pozetîv. Nêçîrvan Barzanî serokê berê ...
SMS a Nêçîrvan Barzanî
SMS a Nêçîrvan Barzanî bû cîyê nîqaşê...